Şêniyên Efrînê: Bi ruhê Newrozê em ê Efrînê rizgar bikin

Şêniyên herêma Efrînê di şahiya Newrozê de diyar kir ku ew ê bi ruhê Newrozê Efrînê rizgar bikin û Newroza werê wê li ser axa Efrînê pîroz bikin.

Şêniyên Efrînê: Bi ruhê Newrozê em ê Efrînê rizgar bikin
21 adar, 2021   16:29
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Bi dirûşmeya"Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin" bi deh hezaran şêniyên kantonên Efrînê û Şehbayê Newroz li gundê Elûşiyê yê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê pîroz kirin.

Di nava şahiyê de welatiyên Efrînê ji ajansa me re axivin.

Mizgîn Hesen axivî û got:"Bi dirûşmeya bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin ez Newroza 2021`ê li gelê Kurd ên li herçar parçeyên Kurdistanê nexasim rêber Abdullah Ocalan pîroz dikim. Her wiha ez vê cejnê li şêniyên me yên li Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine bindestkirin pîroz dikim."

Mizgîn Hesen ev yek li gotina xwe zêde kir:"Bi ruhê berxwedana jinên efrînî em ê axa xwe ya Efrînê ji destên dagirkerên Tirk rizgar bikin û rêberê xwe rêber Abdullah Ocalan jî ji girtîgeha faşîstê rizgar bikin."

Endamê Desteya Çand û Hunerê Mihemedd Bîlal jî axivî û diyar kir ku ji beriya 3 salan ve ew koçberî kantona Şehbayê bûne û berxwedana wan a bi navê Berxwedana Serdemê ya ji bo Efrînê berdewam dike. Mihemed Bîlal da zanîn ku ew ê bi ruhê Newroza îsal Efrînê ji destên dagirkeran rizgar bikin û qebûl nakin ku axa wan dagirkirî bimîne.

Bîlal got serkeftin dê para gelê Kurd be û wiha dewam kir:"Em dixwazin li warê xwe yê li Efrînê vegerin û li dijî dijminê mirovahiyê bi ser bikevin."

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Xaliya Îsa ya ji pêkhateya Ereb axivî û destnîşan kir ku bi beşdariya şahiya Newrozê ew kêfxweş in, ji ber ku ev cejn ne tenê cejna Kurdan lê belê cejna hemû pêkhateyan ne.

Xaliya Îsa bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî:"Fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan mafê jinan parast. Tevî zehmetiyên ku li kantona Şehbayê pê re rû bi rû dimînin, lê belê ji bo rizgarkirina hemû parçeyên Sûriyê û ji rêber Abdullah Ocalan em bi israr in."

Koçbera bi navê Zelûx Mihemed hêvî kir ku Newroza bê li Efrînê be û bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî:"Em her sal Newrozê pîroz dikin û hêvî dikin em li Efrînê vegerin û Newrozê li ser axa xwe pîroz bikin."

(eh)

ANHA