Pîrozbahiyên Newrozê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bûn

Pîrozbaniyên Newrozê li gelek bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên hunerî dawî bûn.

21 adar, 2021   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

QAMIŞLO

Pîrozbaniya Newrozê ya li bajarokê Hîmo yê bajarê Qamişlo bi çalakiyên hunerî jî şano û stran, li gel berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana li Eyn Îsa ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi dawî bû.

Pîrozbahî vê sibehê bi diruşma "Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin" dest pê kir. Piştî axaftinan komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Piştî pêşkêşkirina stranan ji aliyê Koma Diret El-Furat ve, Koma Botan a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê stran gotin. Koma Pala ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn stran, Koma Şehîd Sakîne ya dîlanên folklorî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi stranên şoreşgerî yên hunermed Zoro Seyîd Yûsif bi dawî bû.

HESEKÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Hesekê li qada Newrozê ya li Seda Rojava ya bakurê rojavayê bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Piştî axaftinan komên stran û dîlanan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ŞEHBA

Pîrozahiya Newrozê ya li Şehbayê bi çalakiyên hunerî yên pêkhateyên herêmê kurdî, erebî, tirkmanî û asûrî bi dawî bû.

Pîrozbahî saet 11:00'an bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li guned Elawişa yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dest pê kir. Piştî axaftinan, stranên şoreşgerî, şanoyek bi navê "Afrînerên hêviyê" dîlanên folklorî û lîstok hatin pêşkêşkirin.

Şênî bi coş, bi gerandina xelekên govenê pîrozbahî bi dawî kirin.

REQA

Bi hezaran şêniyên Reqa, Tebqa, Dêrazorê bi pêkhateyên wê Kurd û Erebî ji saetên sibehê herikîn qada Furqeya 17 a bakurê bajarê Reqayê û Newroz bi coş pîroz kirin.

Pîrozbahî bi stran dîlanên gelêrî yên komên Reqayê dest pê kir.

Koma Tebqa ya Çand û Hunerê ya bi navê Şehîd Avesta Xabûr stran pêşkêş kir, Ji Koma Dirbêsiyê hunermend Selman Îbrahîm stranek li ser Rojava got. Her wiha hunermend Xelîl Xenam stranek bi kurdî got. Pîrozbahî bi dîlanên folklorî yên komên Tebqa û Reqayê bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya li gundê Hilêq yê Girkê Legê bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Pîrozbahî vê sibehê bi diruşma "Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin" bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê dest pê kir.

Pîrozbahî bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre dayikên şehîdan meşeleya Newrozê pêxistin. Piştre axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan, Koma Alaniya, Koma Serhed a Zarokan, Koma Serhildan a Ciwanan, Koma Rojîn Ereb stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Koma Diljîn Nêrgiz û Koma Lorîn Ereb dîlan pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi girandina xelekên govendê bi dawî bû.

KOBANÊ

Li Kobanê pîrozbahiya Newrozê bi beşdarbûna bi hezaran şêniyan li aliyê rojavayê bajar hate lidarxistin. Her wiha şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyek ji Meclisa Kantona Girê Spî, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firaêt Mihemed Şahîn, Endamê Meclisa Edaleta Jinê Felek Yûsif, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Seroka Desteya Jin Cîhan Xidro, bi navê şênî û eşîrên Reqayê Hisên El-Berces axivîn, cejna Newrozê pîroz kirin û gotin ew ê têkoşînê bidomînin heta dagirkeriyê têk bibin û rêber Abdullah Ocalan azad bikin.

Pişre çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin; Koma Botan, hunermend Danîş Botan, Dîlber Şêxê stran gotin, her wiha komên ji Şehbayê stran pêşkêş kirin.

Koma Çerkes a ji Minbicê û Koma Kevana Zêrîn dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

Hunermend Mistefa Ebû Foz ê ji Minbicê bi zimanên erebî stranên gelêrî gotin. Şêniyan li ber stranan govend gerandin. Piştre Koma Gulav a astengdaran stran pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên  govendê li ber stranên şoreşgerî û gelêrî bi dawî bû.

DÊRIK

Pîrozbahiya Newrozê ya li Dêrikê bi şano û çalakiyên hunerî bi dawî bû.

Ji komên şano yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dicle şanoyek li ser sembola Newrozê, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û berxwedana Garê pêşkêş kirin.

Piştre Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê, bi navê Rêveberiya Xweser Menal Mihemed Emîn, bi navê PYNK'ê Qehreman Mamend axivîn.

Piştî axaftinan peyamên pîrozkirina Newrozê yên Kongreya Civaka Îslama Demorkatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî hatin xwendin.

Koma Cûdî, Koma Ava Mezin a Koçerat, Koma Dîlanên Koçerat, Koma Birca Belek, Koma Mûzîk a Koçerat, Koma Newroz şano, stran û dîlanên pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî yên Koma Cûdî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dicle bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê, pîrozbahî vê sibehê bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên Kurd, Ereb û Suryan li Bendava Mizgeftê ya bakurê navçeyê dest pê kir.

Piştî pêxistina meşeleya Neworzê ji aliyê malbatên şehîdan, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, bi navê PYNK'ê Kovan Kenio, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê axivîn.

Piştî axaftinan şano û stranên folklorî hatin pêşkêşkirin.

Hunermend Xêro Ebas stranên xwe pêşkêş kirin. Şêniyan li ber strnan xelekên govendê gerandin û diruşmeyên silavkirina Newrozê pîrozbahiya Newrozê bi dawî kirin.

ÇAXIR BAZAR

Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarokê Çaxir Bazar ê girêdayî navçeya Amûdê bi gerandina xelekên govendê li ber stran û mûzîka kurdî û diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Hunermend Elî Mensûr û Hemîd Mensûr stran gotin

Her wiha helbestvan Ferhad Merdê û Kesar El-Feyda helbestên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên folklorî bi dawî bû.

ANHA