Şêx Himêdî Deham serdana fermandariya QSD`ê kir

Hevserokatiya Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî serdana Fermandariya Giştî ya QSD’ê kir û Newroz li QSD’ê û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Şêx Himêdî Deham serdana fermandariya QSD`ê kir
21 adar, 2021   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya cejna Newrozê, Hevserokatiya Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî serdana navenda Fermandariya Giştî ya QSD’ê kir. Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî û ji fermandarên YPJ`ê Newroz Ehmed pêşwaziya El-Hadî kir. Di serdanê de El-Hadî Newroz li gelê Kurd û QSD’ê pîroz kir û wiha got: "Her sal Newroz li gelê Kurd pîroz be. Her wiha bi navê tevahiya herêmê em Newroza General Mezlûm Ebdî pîroz dikin û hêvî dikin ev welat bi ewle û aram be."

Deham El-Hadî cejna Newrozê li QSD’ê pîroz kir û wiha domand: "Di 2011’an de min got Sûriyê welatê min e û Cizîrê jî cihê min e. Eger em nikarin parastina tevahî Sûriyê bikin, lê em ê herî kêm parastina cih û ware xwe bikin. Lê ne ji QSD’ê bûya me nikarî parastina xwe bikira. Em û QSD’ê yek in û em ê heta aramî, ewlekarî û geşbûn vegere, di yek xendekê de parastina xwe û welat bikin."

Serdan bi nîqaşên her du aliyan ên li ser mijarên leşkerî û meydanî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA