‘Newroza 2021`an Newroza serkeftin û azadiya gelên herêmê ye’

Rêveberiya Xweser û PYNK`ê Newroza 2021`an li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku Newroza îsal dê bibe Newroza serkeftin û azadiya gelên herêmê.

‘Newroza 2021`an Newroza serkeftin û azadiya gelên herêmê ye’
21 adar, 2021   14:39
QAMIŞLO

Newroza 2021`an a bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin" li bajarê Dêrikê berdewam e. Bi navê Rêveberiya Xweser Menal Mihemed Emîn axivî û Newroza 2021`an li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Menal teqez kir ku Newroza 2021`an dê bibe Newroza azadiya gelên azadîxwaz û bindest ên Rojhilata Navîn.

Bi navê Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurdî (PYNK) Qehreman Mamed axivî û Newrozê li malbatên şehîdan û hemû gelên azadîxwaz û aştîxwaz pîroz kir. Mamed destnîşan kir ku meşaleya Newrozê ya ku Kawayê Hesinkar pê xistiye, bûye sembola azadî, aştî û serkeftinê.

Mamed diyar kir ku Serhildana Qamişloyê di 2004`an de bendên tirsê li pêş gelan şikandin û sîstemên faşîst têk bir û wiha dewam kir: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê di 2012`an de dest pê kir, me herêmên xwe ji sîstemên faşîst û terorîstan rizgar kirin. Ragihandina Rêveberiya Xweser li Cizîr, Kobanê û Efrînê ji berhemên vê şoreşê bû.”

Mamed destnîşan kir ku berxwedana wan dê heta rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, dewam bike û got: “Projeya neteweya demokratîk, misogeriya rizgar rigar bike ji ber ku projeya neteweya demokrat misogeriya rizgarkirina herêmên Dêrazor û Reqayê bû.”

Tê payîn ku Newroza Dêrikê bi stran û govendê dewam bike.

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mt-6BXV-QqY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>