Rêveberiya Xweser a Efrînê: Kurd ji Newrozê îlhama israr û berxwedanê digirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku Newroz mîraseke şaristanî ye û Kurd jê îlhama israr û berxwedanê digirin. Her wiha destnîşan kir ku dê têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê berdewam bikin.

Rêveberiya Xweser a Efrînê: Kurd ji Newrozê îlhama israr û berxwedanê digirin
20 adar, 2021   12:59
 ŞEHBA

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ya dagirkirî bi peyameke nivîskî Newroz pîroz kir û banga daketina qadan kir.

Di peyamê de hate gotin ku gelê Kurd Newrozê pêşwazî dike ku bûye mîraseke şaristanî û ji 2700 salî ve Kurd jê îlhama israr û berxwedanê digirin. Her wiha hate gotin ku meşaleya Newrozê ku bi hezaran salan bi saya fedakariyên Kurdan dewam kiriye û agirê Newrozê bi berxwedan û têkoşîna Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hevalên wî, geştir bûye.

Di dewama daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser a Efrînê Newroz li şehîdan, malbatên wan, rêber Abdullah Ocalan û Kurdên ku doza xwe diparêzin, pîroz kir.

Her wiha bang li Kurdan hate kirin ku dakevin qadan, meşaleya Newrozê pêxin û asta têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê bilind bikin.

Rêveberiyê soz da gelê Efrînê û Şehbayê ku dê bi hev re têkoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên Şehbayê dewam bikin.

(cx)

ANHA