QSD`ê Newroz pîroz kir

QSD`ê bi peyamekê Newroz li hemû gelên cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku agirê azadiyê ji her demê gêştir li qadan hilbe û Newroz bi coşeke mezin were pîrozkirin. 

QSD`ê Newroz pîroz kir
21 adar, 2021   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya cejna Newrozê peyamek weşand.

Peyama QSD`ê wiha ye:

“Agirê azadiyê ku 21`ê Adarê bi cejna Newrozê dest pê kiriye û di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn li hemû gelên cîhanê hatiye diyarîkirin, bi tunekirina DAIŞ`ê re nirxekî din yê bêhempa di dîrokê de hiştiye. Di 23`yê Adara 2019`an de bi pêşengiya yekîneyên YPG, YPJ û QSD û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî, DAIŞ ku bûbû belaya serê hemû cîhanê, di aliyê erdnîgarî de hat tunekirin.

Berxwedana Kobanê ku di dîroka mirovahiyê de bi şerekî biheybet navê xwe nivîsandiye, bi DAIŞ`ê binkeftin û şikestina herî bingehîn daye jiyankirin. Şerên ku li paytexta xîlafetê berdewam kirine, di 5 salan de têkoşîneke mezin derxistiye holê. Ev şer di destpêka sala 2019`an de li Baxozê berdewam kiriye û di aliyê erdnîgarî de bi tunekirina DAIŞ`ê re ev serkeftin diyarî hemû cîhanê hatiye kirin. Di encama vî şerê ku bi deh hezaran şehîd û birîndaran ve bi lehengî berdewam kiriye, bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin û malbatên wan jî di kampan de ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine avakirin, di bin kontrolê de hatine hiştin.

Ev kampên ku tê de bi hezaran mirov dijîn, îro dibe zemîn ku DAIŞ ji nû ve xwe komî ser hev bike. Lê ruxmî vê yekê jî der heqê girtiyên DAIŞ`î de, li qada navneteweyî gavên pêwîst nayên avêtin. Ev rewş dibe sedem ku herêm û hemû mirovahî ji nû ve bikeve bin xetereyên mezin.

Dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya komên çete ên wekî DAIŞ û hevalbendên wê bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kirine û hewl dide bi êrişên bişaftinê çanda gel a resen tune bike. Mirov li pêş çavên cîhanê hemû hatin qetilkirin. DAIŞ hewl dide xwe bi rêxistin bike û êrişên xwe xurttir bike. DAIŞ alîkariya mezin ji bo kombûna xwe ji dewleta Tirk digire. Bi sedan çete di operasyonên hêzên me de hatin girtin ku ev operasyon, pişt sala 2019`an bi sedan caran hatin lidarxistin. Hejmarek ji van çeteyan bi rengekî eşkere li xwe mikur hatine û vê rastiyê vegotine. Divê gelên cîhanê hemû û hêzên navneteweyî li hemberî hevkariya eşkere ya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de bibin xwedî helwest. Hewce ye xwe berpirsên zindan û kampên ku bi hezaran çete û malbatên wan tê de tên ragirtin, bibînin. Xebatên hevpar ên heya niha hatine kirin, ji bo pêkanîna aramiya pêwîst têrê nake. Em bang li hemû hêzan dikin ku berpirsyariyên xwe bi rengekî berfirehtir û bi plan pêk bînin.

Sala 2019`an serkeftina li hemberî DAIŞ’ê, bi saya ruhê fedaî yê bi hezaran şehîdên me pêk hatiye. Em şehîdên xwe yên ku vê berxwedana dîrokî ava kiriye, bi rêzdarî bi bîr tînin û hurmeta xwe pêşkeşî gelê xwe dikin. Yekîneyên me yên YPG, YPJ û QSD`ê çawa ku temînata Rojavayê Kurdistanê ne, di heman demê de temînata Sûriyeyeke azad in jî.

Em Newroza sala 2021`an li hemû gelên cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku agirê azadiyê ji her demê gêştir li qadan pêkeve û Newroz bi coşeke mezin were pîrozkirin.”

(cx)