Digel bersivdana êrişan..QSD’ê agirê Newrozê li eniyên Eyn Îsayê pêdixe

Digel bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şervanên QSD’ê îşev agirê Newrozê li seranserî eniyên şerê yên Eyn Îsayê pêdixin.

Digel bersivdana êrişan..QSD’ê agirê Newrozê li eniyên Eyn Îsayê pêdixe
Digel bersivdana êrişan..QSD’ê agirê Newrozê li eniyên Eyn Îsayê pêdixe
Digel bersivdana êrişan..QSD’ê agirê Newrozê li eniyên Eyn Îsayê pêdixe
Digel bersivdana êrişan..QSD’ê agirê Newrozê li eniyên Eyn Îsayê pêdixe
20 adar, 2021   16:52
EYN ÎSA

Di encama pêxistina şervanên QSD’ê ya agirê Newrozê de, ji dehan nuqteyan li taxên Eyn Îsayê, eniyên şer ên li gundên Mielek, Seyda, Mişêrfê û rêya M4’ê, dûman derdikeve.

Ev yek di demeke ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dijwar li dijî Eyn Îsa û gundewarên wê pêk tînin de, pêk tê.

Artêşa Tirk a dagirker ji 16’ê vê Adarê êrişan pêk tîne, li aliyekî din jî şervanên QSD’ê bersivên wan êrişan didin û têk dibin.

Li bajarokê Eyn Îsayê, li dehan bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Newrozê şahî hatin lidarxistin.

(fr)

ANHA