KCK: Divê gelê Kurd wekî Kawayê Hesinkar li dijî xwînmijên Kurdan tê bikoşe

KCK’ê peyamek ji Newroza Qendîlê re şand. KCK’ê got: “Divê gelê Kurd wekî Kawayê Hesinkar li dijî xwînmijên Kurdan AKP-MHP’ê, ji bo têkşikandina faşîzmê û dawîanîna dagirkeriyê tê bikoşe.”

KCK: Divê gelê Kurd wekî Kawayê Hesinkar li dijî xwînmijên Kurdan tê bikoşe
21 adar, 2021   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiya Newrozê li Binarê Qendîlê bi coşeke mezin dest pêkir û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûne.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) peyamek ji Newroza Qendîlê re şand. Peyama KCK’ê ji aliyê Hozan Dalaho ve hate xwendin. KCK’ê di peyama xwe de wiha got:

“Newroz nasnameya netewî ya gelê Kurd, nîşana aştî, azadî û biratiya gelên herêmê ye. Dijmin bi siyaseta xwe ya parçekirinê, dixwaze Kurdan parçe bike. Dijmin dixwaze Kurd her tim bi gelên cîran re di nava şer û pêşbaziyê de bin.

Desthilata AKP-MHP bi serokatiya Erdogan û Bahçelî, ne tenê dijî gelê Kurd e. Di heman demê de li dijî hemû gelên herêmê siyaseta komkujî û dagirkeriyê pêk tîne. Ji bo hemû gelan û bi taybet jî gelê Kurd, bûne çavkaniya newekheviyê.

AKP-MHP wek du marên xwînmij, rojane xwîna bi dehan kesan dirijînin û talankariyê dikin. Armanca wan ew e ku gelê Kurd di vê rewşê de tu destkeftiyekê bi dest nexe, wana hebûna xwe li ser nebûna Kurdan avakirine. Ji bo vê, hebûn û canê Kurdan, weke nebûn û ziyana xwe dibînin. Ji bo vê yekê jî tecrîdeke girankirî danîne ser rêber Apo.

Erkê me hemûyan; wek gelê Newrozê, azadîxwaz û neviyên Kawayê Hesinkar, ji bo têkşikandina tecrîd, dawîanîna dagirkeriyê û rûxandina faşîzmê, berê xwe bidin têkoşînê.”