Polîsên Tirk di Newroza Amedê de 33 kes destgîr kirin

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Amedê de polîsên Tirk 33 kes destgîr kirin ku 2 jê zarok in.

Polîsên Tirk di Newroza Amedê de 33 kes destgîr kirin
21 adar, 2021   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Newroza Amedê de polîsên Tirk ên dagirker 2 jê temenê wan 11 salî, 33 kes bi hinceta ku tîşortên bi alaya Kurdistanê li xwe kirine û rengê kesk û sor û zer hilgirtine, destgîr kirin.

Di nav wan kesan de ku hatine destgîrkirin V.Ş yê 11 salî, M.Ş yê 12 salî jî hene, Ahmet Altûn jî bi hinceta tîşortê bi ala û navê Kurdistanê, hate destgîrkirin. Piraniya kesên ku hatine destgîrkirin, jin in.