Parlamenterê HDP’ê Gergerlîoglu ku vê sibê hatibû destgîrkirin, serbest hate berdan

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin,  li meclisa Tirkiyê bi zorê hatibû destgîrkirin. Gergerlîoglu serbest hate berdan.

Parlamenterê HDP’ê Gergerlîoglu ku vê sibê hatibû destgîrkirin, serbest hate berdan
21 adar, 2021   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hatibû desteserkirin, di roja 5'an a 'Nobeda Edaletê' de li meclisa Tirkiyê bi zorê hatibû destgîrkirin.

Gergerlîoglu li Qereqola Polîsan a li Kavaklidereyê demekê hate ragirtin, piştre hate berdan.

Gergerlîoglu serê sibehê dema ku ji odeya lê razayîbû ji bo destbêjê çû lavaboyê, ji aliyê bi sedan polîsên ku ketibûn meclîsê hatibû destgîrkirin. Gergerlîoglû bi eşofman ji lavabo hatibû derxistin û destgîrkirin.