Aldar Xelîl: Têkoşîna me heta pêkanîna 3 armancên sereke berdewam e

Aldar Xelîl teqez kir ku têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dê heta pêkanîna 3 armancên sereke; azadkirina rêber Abdullah Ocalan, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, bidestxistina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurdistan ji mafên xwe re, dewam bike.

Aldar Xelîl: Têkoşîna me heta pêkanîna 3 armancên sereke berdewam e
21 adar, 2021   11:49
QAMIŞLO

Pîrozbahiya Newrozê li Qamişlo bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” li gundê Hîmo tê lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de gelek axaftin hatin kirin. Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl Newroza 2021`an li şêniyên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şehba û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Xelîl, Newroz li gelê Kurd, Ereb û Suryan pîroz kir û got: “Gelê me mafên xwe bi dest xistin. Niha em li pêşiya êriş û aloziyên mezin in. Belê em Newrozê pîroz dikin, lê birînên me hîna rihet nebûne. Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî hîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Dijminên gelê Kurd hewl didin biratiya gelan li herêmê derb bikin û projeya wan têk bibin.”

Xelîl teqez kir ku Newroza îsal çirûska xwe ji berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtiye û destnîşan kir ku bingeha biratiya gelan û kombûna pêkhateyan li dor şoreşa xwe, nîşaneya serkeftina wan e.

Xelîl got ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî divê têkoşîn bê bilindkirin û diyar kir ku gel li dijî zilm û zordariya bi hezaran salan serî hilda.

Aldar Xelîl behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û wiha dewam kir: “Dewletên biyanî û herêmê beşdarî komploya li dijî rêber Ocalan bûn. Wan bawer dikir ku dikarin fikr û felsefeya rêber Ocalan tune bikin. Lê di rastiyê de vê dawiyê zanîn ku ew nikarin fikrên Rêbertî di girtîgehê de sînordar bihêlin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl teqez kir ku têkoşîn heta pêkanîna 3 armancê sereke dê dewam bike; rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan ji destê faşîstan, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker û bidestxistina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê her çar parçeyên Kurdistanê ji mafên xwe re.

Xelîl di axaftina xwe de behsa hewldanên pêkanîna yekitiya kurdî kir û got: “Divê em yekitiya kurdî li ser bingehek qewîn ava bikin. Bingeha wê fedekariyên şehîdan e û zemîna wê destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Yekitiyek ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî tê dikoşe.”

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di şoreşa xwe de rastî gelek astengiyan hatin, lê belê karîbûn mafên xwe bi dest bixin. Her wiha teqez kir ku projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga cudakariya ji Sûriyê nake wekî ku hin alî idîa dikin û wiha lê zêde kir: “Em hewl didin hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî ji dagirkeran rizgar bikin, ji Cerablusê bigire û heta Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.”

Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis û axaftina Ferhad Têlo ya bi navê PYNK`ê dewam dike.

Tê payîn ku Koma Rûpelda, Koma Şehîd Welat, Koma Şehîd Sakîne, Koma Pala yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê stranan pêşkêş bikin û hunermend Xêro Ebas beşdarî pîrozbahiyê bibe.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ALv2rJGZgXk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>