Hêzên hikumta Şamê Nexweşxaneya El-Etarib topbaran kir: 5 sivîl hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî Nexweşxaneya El-Etarib a rojavayê Helebê kir, di encamê de 5 kes hatin kuştin û 11 kes birîndar bûn.

Hêzên hikumta Şamê Nexweşxaneya El-Etarib topbaran kir: 5 sivîl hatin kuştin
21 adar, 2021   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê yên li Foca 46'an bi cih bûne, bi moşekan êrişî Nexweşxaneya El-Etarib a rojavayê Helebê kir. Di encamê de, di nav de zarokek û xebatkarekî nexweşxaneyê, 5 kes hatin kuştin û 11 sivîl û xebatkarên nexweşxaneyê birîndar bûn ku rewşa hinekan giran e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi moşekan herêmên Filêfil, Kensefra, derdora El-Bare, Sifohin û Bênên ên li başûrê Idlibê hedef girtin.

Li gorî SORH`ê, duh balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundê Benên ê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê 2 êriş pêk anîn. Di heman demê de balafiran gundê Bekifle yê bakurê Cisir Şixûr bombebaran kir.

(dx)