​​​​​​​Lehengên Garê li cihê ku dagirkeriya Tirk têk birine agirê Newrozê pê xistin

Gerîlayên Garê ku beriya demeke kurt artêşa Tirk a dagirker li çiyayên Garê têk birin, agarê Newrozê pê xistin û gonvend gerandin.

​​​​​​​Lehengên Garê li cihê ku dagirkeriya Tirk têk birine agirê Newrozê pê xistin
21 adar, 2021   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li çiyayê Garê, ku 10'ê Sibatê dewleta Tirk a dagirker bi dehan balafirên şer êriş bir ser, lê derbeke giran xwar û lê têk çû, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê agirê Newrozê dadan.

Agirê ku ji Garê bilind bû, ji gelek navçe û gundên derdorê hate dîtin. Gerîlayan bi îşekên hewayî silav dan gelê Başûrê Kurdistanê.

Agirê Newrozê yê li Garê heta serê sibehê geş bû û gerîla li dorê govend gerand.