Şengaliyan Newroz bi coş pîroz kir

Tevî astengiyên ji aliyê hikumeta Iraqê ve, xelkên Şengalê bi coş Newroz pîroz kir.

Şengaliyan Newroz bi coş pîroz kir
Şengaliyan Newroz bi coş pîroz kir
Şengaliyan Newroz bi coş pîroz kir
Şengaliyan Newroz bi coş pîroz kir
Şengaliyan Newroz bi coş pîroz kir
21 adar, 2021   19:15
ŞENGAL

Li tevhiya gund û navçeyên Şengalê êzidiyan bi pêxistina agir û gerandina xelekên govendê Newroz bi coş pîroz kirin.

Yek ji van cihan ku bi girseyî Newroz lê hate pîrozkirin, bajarokê Xanesorê bû.

Şahiya Newrozê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hate lidarxistin û ji aliyê Navenda Çand û Hunera Şengalê ve stran hatin pêşkêşkirin.

Şêniyan li ber strnan govend gerandin. Her wiha dayikên Êzidî agirê Newrozê dadan.

ANHA