Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê îsal Newrozê bi rihê serkeftina gerîla li Garê pîroz bikin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê got agirê Newrozê ji bo gelê Kurd agirê serkeftinê ye û ew ê bi giyana serkeftina gerîla li Garê Newroza îsal pîroz bikin.

Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê îsal Newrozê bi rihê serkeftina gerîla li Garê pîroz bikin
21 adar, 2021   01:59
HESEKÊ

Gelê Kurd di 21`ê Adarê de Newrozê pîroz dikin. Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hemwextî serkeftina gerîla li Garê ya Başûrê Kurdistanê xwe amade dikin ku Newrozê pîroz bikin. Bi vê yekê berdewamkirina têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkera Tirk misoger dikin.

/kr/uploads/files/2021/03/20/204911_-.webp

Şêniya bi navê Zendan Hiso got: “Newroza 2021`an cuda ye, îsal li çiyayên Garê dewleta Tirk a dagirker bi bin ket û gerîla bi ser ket.”

Zendan Hiso cejna Newrozê li gelê Kurd bi taybet û gelên herêmê bi giştî pîroz kir û hêvî kir ku serkeftinên din bi dest bixin û wiha domand: “Em soz didin gerîla ku em ê piştgiriya wan bikin heta ku tevahiya axa Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin.”

/kr/uploads/files/2021/03/20/204928_-.webp

Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Raziye Mehmûd destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ji gelek salan ve berdewam in û wiha pê de çû: “Îro jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û komkujiyan li dijî gelên wê pêk tîne.“

Raziye Mehmûd behsa serkeftina gerîla li çiyayên Garê kir û got: “Ruxmî ku dewleta Tirk pêşketîtirîn cureyên çekan bi kar anî, lê her car li hemberî berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê bi bin dikeve. Di hewldana xwe de ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd jî bi saya têkoşîn, vîn û israra gelê Kurd ya xurt bi bin dikeve. Serkeftina gerîla li Garê ji bo gelê Kurd serkeftineke dîrokî ye.”

/kr/uploads/files/2021/03/20/204952_-.webp

Can Dirbêsiyê jî Newroz li gelê Kurd û gerîla pîroz kir û got: "Agirê Newrozê ji bo gelê Kurd serkeftin e. Dîroka gelê Kurd bi serkeftinan dagirtî ye û em ê heta pêkanîna armancên xwe pêk bînin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yc8GaUit_vY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>