Li Şamê peyama TEV-DEM: Newroz tê wateya dawbûna dagirkeriyê

ji rêveberên TEV-DEM`ê Mezlûm Yûsif di Newroza ku li paytexta Sûriyê Şamê de hatiye lidarxistin, got: "Gelê Kurd, gelên herêmê ber bi azadiyê ve bir. Newroz tê wateya dawbûna dagirkeriyê û pêkanîna azadiyê."

Li Şamê peyama TEV-DEM: Newroz tê wateya dawbûna dagirkeriyê
21 adar, 2021   15:08
ŞAM

Gelê Kurd li paytexta Sûriyê Şamê, cejna Newrozê bi dirûşmeya"Bi ruhê Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin"pîroz kir.

Şahiya ku li herêma Dumir a Şamê li stada El-Feyha hatiye lidarxistin de, bi al û sembolên kurdî hatibû xemilandin.

Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin. Ji wan bi navê TEV-DEM`ê Mezlûm Yûsif axivî û Newroz li rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Mezlûm Yûsif da zanîn ku Newroza ji bo wan bidawbûna dagirkeriyê û zulmê û pêkanîna azadiyê û wiha dewam kir: "Gelê Kurd, gelên herêmên ber bi azadiyê ve bir. Ev yek jî bi saya fikirên rêber Abdullah Ocalan pêk hat."

Her wiha bi navê Kongreya Star axaftin hate kirin û Newroz li hemû gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn hate pîrozkirin.

Piştî axaftin bidawî bû, komên hunerî derketin ser dikê û stran û dîlan pêkêş kirin.

ANHA