Siyasetmedar: Em ji Newrozê îlhama berewamkirina têkoşînê werdigirin

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga pîrozkirina Newrozê bi ruhê yekitiya dîrokî kirin ku pêkhateyên herêmê li hemberî zulm û zordariyê kir yek.

Siyasetmedar: Em ji Newrozê îlhama berewamkirina têkoşînê werdigirin
20 adar, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedaran destnîşan kir ku Newroz ji bo pêkhateyên herêmê xwedî nîşaneyên dîrokî yên girîng e, ku gelek azar ji ber zulm û sitemkariyê kişandin. Her wiha piştrast kir ku bi yekitî, dikarin ji vê zulmê xilas bibin. Siyasetmedaran Newroz li gelê Kurd û pêkhateyên din pîroz kir.

'GELÊN KEVNAR KU DÎROK Û ÇANDA XWE PARASTIN VAN CEJNAN ZINDÎ DIKIN'

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senharîb Bersûm got: “Sûriyê xwedî dîrokeke kevnar e ku temenê wê digihêje bi hezaran salan. Di vê dîroka ku şaxdaye de gelek bone û cejn hene ku gelên Sûriyê heta roja me ya îro wê pîroz dikin. Di nav de cejna Newrozê, Ekîto û cejnên girêdayî Êzidiyan. Ev gelên kevnar ku dîrok û çanda xwe parastin van cejnan zindî dikin.”

Bersûm wiha domand: “Nîşaneyên van cejnan gelek in û xwe dispêre kûrahiya dîrokî û kevnariya gelên li ser vê axê. Her wiha çanda taybet a herî pêkhateyekî heye û her pêkhateyek bi rêbaza xwe van boneya pîroz dike ku li gel hemûyan nêzî hev in û li gel van gelên kevnar xwedî nîşane ne. Lew re dema em piştrast dikin ku pêkhateyên Sûriyê pêkhateyên kevnar in, wê demê em pirrengiyê li Sûriyê û îtîrafa bi her pêkhateyekê piştrast dikin, ev mafekî xwezayî ye.”

Bersûm bang li gelê Sûriyê kir û got: “Peyama me di van boneyan de Newroz, piştre Iklayto û piştre cejna êzidiyan ew e ku ev cejin bibin cejna hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Sûriyê.  Ji ber ku ew me dike yek, vê dîrokê û vê erdnîgariyê dike yek.”

Bersûm bang li tevahiya pêkhateyên Sûriyê kir ku bi mafên rewa yên her pêkhateyekê îtîraf bikin û dîrok, çand û zimanê hev du qebûl bikin û wiha domand: “Bi baweriya min ji bo dozên gelên Sûriyê ev çareseriya herî guncew e.”

Bersûm Newroz li gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku îtîrafek fermî bi mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyê hebe di nav de gelê Suryan û Asûr wek du kêmneteweyên û gelên ku xwedî heman êşî ne û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Pergala heyî û pergalên berê, mafên van kêmneteweyan paşguh kirin û li gel wan axaftina bi zimanê dayîkê, sûcek bû û vejandina cejnên neteweyî qedexe bû. Niha jî ez di wê baweriyê de me ku ew serdem bi dawî bû û divê gelê Sûriyê vê rastiyê qebûl bike.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senharîb Bersûm destnîşan kir ku divê pêkhateyên Sûriyê hemû bibin yek da ku maf, azadiya xwe û pêşerojeke bi ewle bi dest bixin. Her wiha Bersûm diyar kir ku ji bo pêkanîna hevgirtinê xebatên mezin pêwîst dike, bi taybet di dirêjahiya salên şer de, li gel mudaxeleyên herêmî ku hewl didin tevna Sûriyê parç bikin.

Bersûm di dawiyê de got: “Hêza me di yekitiyê, jiyana hevbeş û qebûlkirina hev du de ye. Her sal û gelê Kurd bi giştî û gelê Sûriyê di nav xêrê de be.”

CEJNA VEJÎNÊ

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso got: “Newroz, cejna vejînê ye ku rastî hewldanên tunekirinê tê. Par ji ber koronayê, hejmara tevlêbûnê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm bû. Lê dîsa jî ev bone di dilê me de zindî ye.”

Eyşe îşaret bi hedefgirtina pergalên serdest ji cejnên dîrokî re kir û da xuyakirin ku di 18`ê Adara 2018`an de dewleta Tirk kantona Efrînê dagir kir, tişta yekemîn kiriye jî ew e ku bi hişmendiya faşîst a Erdogan peykarê Kawayê Hesinkar şikand û hewl dide agirê Newrozê vemirîne. Eyşe gotinên xwe wiha domandin: “Ji 10 salan ve, şênî vê cejnê bi giyanê Kawa Hesinkarê nûjen anku Mezlûm Dogan û bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) pîroz dikin. Îsal amadekariyên mezin hene û ji salên berê cudatir in.”

'LI HERÊMEKÊ KU DEMOGRAFIYA WÊ TÊ GUHERTIN, WÊ BI KÊ RE CEJNA NEWROZÊ PÎROZ BIKIN!'

Têkildarî îdiayên ku çeteyan Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vexwendiye ku cejna Newrozê li Efrîna dagirkirî pîroz bike, Eyşe ev yek got: “Li ser astên herî bilind sûcên mezin li herêmên dagirkirî pêk tên. Li herêmekê ku demografiya wê tê guhertin, wê bi kê re cejna Newrozê pîroz bikin! Kesên li Efrînê mane şêniyên wê yên resen in! Li wir çeteyên ku ji her derê hatine hene. Gelo çawa ew dikarin vê cejnê li wir pîroz bikin? Divê hemû hêz helwestên xwe li hemberî van îdiayan nîşan bidin. Ji ber ku ew ji nirxên cejna Newrozê dûr in. Çawa ENKS`ê dikare Newrozê bi çeteyan re pîroz bike ku gelê Kurd qir dikin?.”

Eyşe di dawiyê de ev nirxand kir:“Herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, dê rewşa wê diyar bibin. Pergala Rêveriya Xweser xwe li ser erdê îsbat kir ku dê bi xwe re demokratî û azadiyê ji tevahiya Sûriyê re bîne. Li ser vî esasî em cejna Newrozê li hemûyan pîroz dikin.”

`NEWROZ ŞOREŞA MIROVAHIYÊ YE`

Cîgirê Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb wiha axivî: “Cejna Newrozê bi pêşengiya Kawa Hesinkar destpêka şoreşa li dijî zulm û zordestiyê bû. Ew qonax di jiyana gelê Kurd de dîrokî bû ku ji wê dîrokê ve û heta îro li dijî zulmê têdikoşe.”

Hebîb pêkşetinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet şoreşa Rojava bi şoreşa Kawa Hesinkar li dijî zulmê ve girê da û got: "Ev şoreş hêza xwe ji gelê Kurd ê xwedî dîrokeke kevnar girtiye ku şoreşek bi nav û deng bi rêve biriye û tevahiya şêniyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan li dora wê kom bûn."

Hebîb destnîşan kir armanca sereke û bingehîn a şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, avakirina porjeyek demokratîk e ku tê de mafên hemûyan û erkên wan yek in.

Her wiha Hebîb bal kişand ser taybetmendiya Newrozê û wiha dewam kir: “Ev cejn ne tenê ya Kurdan e lê belê ya hemû pêkhateyan e. Wek pêkhateya Ereb ji gelek salan ve em Newrozê pîroz dikin. Em wê wek şoreşekê ji bo mirovahiyê bi giştî dibînin. Em jê wateyên gelek bi nirx digirin da ku têkoşînê berdewam bikin û hêviyên gelê xwe pêk bînin.”

Hebîb di dawiyê de banga yekitiyê li tevahiya gelên herêmê kir û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Yekitî ji bo domandina têkoşînê di xendeqa mirovahiyê de pêwîst e da ku bigihêje demokratiyeke rastîn. Divê em haj ji şerê taybet hebin ku pergalên serdest bi armanca derxistina tevliheviyê di navbera gelan de bi kar tînin.”

(şx)

ANHA