‘Dê Newrozê li Efrînê ji kê re li dar bixin û zêdetirî 25 hezar efrînî koçber in?’

Koçberên Efrînê diyar kir ku pîrozkirina Newrozê li Efrîna dagirkirî tê wateya bedewkirina rûyê artêşa Tirk û çeteyên wê û got: "Bi kîjan mafî wê Newrozê li Efrînê pîroz bikin?!."

‘Dê Newrozê li Efrînê ji kê re li dar bixin û zêdetirî 25 hezar efrînî koçber in?’
20 adar, 2021   15:48
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker amadekariya lidarxistina Newrozê li Efrîna dagirkirî dike û çavên xwe li ser sûcên ku li dijî sivîlan û koçberkirina wan digire û hewl dide demografiyê biguhere da ku Kurdan dûrî erdên wan ê dîrokî bixe.

Têkildarî mijarê koçberên  Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin axivîn û got ku dê ji kê re Newrozê li Efrînê li dar bixin û zêdetirî 25 hezar efrînî koçber in?

/ar/uploads/files/2021/03/20/143310_fadhl-awsw-5b1600x12005d.webp

Koçber Fadil Oso yê li kampa Serdemê dimîne axivî û got Newroza beriya 2627 salan hatiye û bi rojeke nû li ser Kurdan hilat û qonaxa zilmê ya di demê de gel dijiya bi dawî bû, êdî ji wê rojê ve gel Newrozê (Nûroj) pîroz dikin.

Oso ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ev cejn bi saya Kawa Hedad hatiye, da ku dawî li zulmê bîne û jiyaneke birûmet were avakirin û niha jî piştî sê salan ji dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê, em agahiyan ji Efrîna dagirkirî dibihîzin ku ew ê Îtîlfa sûrî (çeteyên dewleta Tirk) Newrozê ji gelê Kurd re li hûndirê bajêr pîroz bikin."

EW Ê BI KÎJAN MAFÎ NEWROZÊ LI EFRÎNÊ LI DAR BIXIN?

Fadil Oso ji çeteyên dewleta Tirk (Îtîlfa sûrî) re wiha got: "We li bajarê Efrînê li dijî Kurdan gelek sûc pêk anîne û niha hûn bi kîjan mafî dibêjin em ê Newrozê li Efrînê li dar bixin?! Ger ev yek isbata tiştekî bike bê guman ew ê nîşana planên nû yên li dijî gelê Kurd bike, heta ne tenê li dijî Efrînê, lê belê li dijî her kurdekî ku ji erda xwe koçber bûye."

Oso destnîşan kir ku armanca artêşa Tirk û çeteyên wê ew e ku hewldanên raya cîhanî xirab bikin û dewleta Tirk jî siyaseteke nû pêk bîne û derewên ku ji cîhanê re dide xuyakirin ku ew mafên Kurdan didin wan, berdewam bikin.

DÊ NEWROZÊ LI EFRÎNÊ JI KÊ RE LI DAR BIXIN Û ZÊDETIRÎ 25 HEZAR EFRÎNÎ KOÇBER IN?

/ar/uploads/files/2021/03/20/143329_jyhan-mnan-5b1600x12005d.webp

Welatiya bi navê Cîhan Menan jî axivî û da zanîn ku ew baş dizanin ku Îtîlaf girêdayî artêşa Tirk a dagirker e û plana tiştekî li dijî wan dike, Erdogan îtîrafê bi hebûna Newrozê nake, wê demê ew ê çawa maf bide ku cejin li bajarê Efrînê were lidarxistin?

Cîhan Menan ev yek li gotina xwe zêde kir: "Piştî çete li tevahiya herêman hatin bicihkirin û şêniyên wê koçber kirin, ew ê ji kê re Newrozê pîroz bikin û zêdetirî 25 hezar koçber li kantona Şehbayê dimînin û dûrî erdê me ne, beriya niha me bi azadî û kêfxweşî cejnên xwe li Efrînê pîroz dikir, lê niha dagirker me ji her tiştî bê par kir."

ꞌÎTÎLAF LI EFRÎNA KU HATIYE DAGIRKIRIN NEWROZÊ JI CEWHERÊ WÊ BI DER DIXEꞌ

/ar/uploads/files/2021/03/20/143348_bkr-blal-5b1600x12005d.webp

Koçberê bi navê Bekir Bîlal diyar kir ku ji beriya 3 salan ve û ew ji malên xwe koçberî kantona Şehbayê bûne û di 18`ê Adara 2018`an de û beriya Newrozê bû, niha jî hate ragihandin ku ew ê Newrozê li Efrîna dagirkirî pîroz bikin, heta wê hin dîmên cejnê yên ku li ser medya civakî belav kirin dîtin û diyar bû ku nizanin govendên kurdî bigerînin û li şûna agir pêxin mûm pêxistine, ev jî tê wateya derxistina Newrozê ji cehwerê cejnê.

Bekir Bîlal di dawiyê de hêviya rizgarkirina Efrînê kir ku cejna bê li Efrînê û bi beşdariya gelên wê were pîrozkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/v2YJhyAv4mc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>