​​​​​​​Artêşa Tirk gundewarên Til Temirê toparan dike û leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi gundewarên rojhilatê navçeya Til Temirê topbaran dikin, malên sivîlan û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê hatin hedefgirtin.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundewarên Til Temirê toparan dike û leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû-HATE NÛKIRIN
20 adar, 2021   15:39
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên herêmî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hinwa yê bakurê rojhilatê navçeyê topbaran dikin, li gel wê jî nuqteyekî hêzên hikumeta Şamê hate hedefgirtin.

Li gorî agahiyên destpêkê endamekî hêzên hikumeta Şamê bi navê Ehmed Îsmaîl Celal ji Foca 121’an birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Til Temirê. Li aliyekî din jî zirar gihaştin mal û milkên sivîlan û hin şênî bi sivîkî birîndar bûn.

ANHA