'Em ê bi ruhê berxwedana Garê Newroza 2021`an bikin sala serkeftinê'

Jinên Şedadê û Kobanê Newroz pîroz kir û got bi beşdariya pêkhateyên herêmê ew îsal Newrozê pîroz bikin û ew ê îsal bikin sala serkeftin û binketina dewleta Tirk a dagirker.

'Em ê bi ruhê berxwedana Garê Newroza 2021`an bikin sala serkeftinê'
20 adar, 2021   05:19
NAVENDA NÛÇEYAN-BASIM EL-DEXÎL-MEYSAA AKARÎ

Her sal gelê Kurd bi beşdariya hemû pêkhateyan cejna Newrozê pîroz dike.

Bi vê boneyê jin û endamên rêveberiyên saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyamên pîrozbahiyê pêşkêş kirin û diyar kir ku Newroza 2021`ê dê bi ruhê berxwedana Garê û binketina faşîzimê were pîrozkirin.

ŞEDADÊ

Endama Kongreya Star Sefaa El-Ebd Newroz pîroz kir û got:"Em Newrozê û cejna dayikê pêşwazî dikin û di vê der barê de em cejna hemû dayikan pîroz dikin û bi taybet gelê xwe yê Kurd pîroz dikin."

Sefaa El-Ebd ev yek li gotina xwe zêde kir:"Şahiya Newrozê ji hemû netewe û pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye û nîşaneya çanda hevbeş û têkiliyên di navbera hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê de dike."

Sefaa El-Ebd xîtabî gelê herêmê kir ku li dijî planên dagirkeran ku dixwazin ewlekarî û aramiya herêmê têk bibin, hevgirtina xwe çêkin.

ꞌEM Ê JI CÎHANÊ RE ISBAT BIKIN KU EM YEK IN'

Endama Kongreya Star Şeymaa El-Ebdo jî axivî û destnîşan kir ku ji bo gelê herêmê Newroz boneyeke mezin e û wiha dewam kir: " Ev bone ne tenê ya Kurdan e, ew boneyeke fermî ya Ereb, Suryan û Tikumenan e û em ji cîhanê re isbat dikin, ku em yek gel in û rêzê ji çandan û boneyan re digirin."

Şeymaa di dawiya gotina xwe de bang li pêkhateyan kir ku ji bo misogeriya azadiya xwe, yek dest bin.

Endama Mala Jinê Fatima Îsa jî axivî û got kêfxweşiya xwe der barê hatina Newrozê de anî ziman û wiha dewam kir: " Bone ne tenê ji bo pêkhateyekê ye, lê em fêr bûne ku em kêfxweşî û boneyên xwe bi hev re derbas bikin."

Fatima Îsa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Newroz boneyeke ku derfetê dide wan ku ji bo yekitiyê nameyeke taybet nîşan bidin.

KOBANÊ

Têkildarî mijarê Ferîda Îbrahîm Newroz pîroz û got:"Em Newroza îsal bi berxwedana girtiyan û gerîllayan pêşwazî dikin û dîroka gelê Kurd, dîroka berxwedanê ye."

Ferîda Îbrahîm ev yek li gotina xwe zêde kir:"Tevî ku her tim dewleta Tirk bi hemû rêbazan êrişî parçeyên Kurdistanê dike, da ku vîna gelê me bişkîne, lê em ê îsal bi moralekî bilind Newrozê pîroz bikin."

Edla Silêman jî Newroza 2021`ê li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û gelê Kurd pîroz kir û anî ziman ku ew Newroza îsal bi coşeke mezin pêşwazî dikin û ew ê îsal bikin sala azadiya rêber Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd.

Emîra Bîlal jî axivî û destnîşan kir ku ew ê kêfxweşiya Newroza îsal bikin kêfxweşiya bi azadiya rêber Abdullah Ocalan û ew ê bi rihê serkeftina berxwedana li Garê bi ser bikevin, her wiha wekî ku gerîllayan li Garê dewleta Tirk a faşîst têk bir ew ê wan li herêmên xwe jî têk bibin.

(eh)

ANHA