Sara Xelîl: Hebûna hêzên Rûsyayê ya li herêmê tu guhartin çênekir

Endama Meclisa Jinên PYD`ê ya Herêma Firatê da zanîn ku hebûna hêzên Rûsyayê ya li herêmê ku wekî aliyekî garantor e, tu guhartin çênekir, berovajî vê yekê dewleta Tirk hîn jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne.

Sara Xelîl: Hebûna hêzên Rûsyayê ya li herêmê tu guhartin çênekir
20 adar, 2021   03:46
KOBANÊ-MEYSAA AKARÎ

Di demeke de ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê dike, hêzên Rûsyayê ya ku li herêmê aliyekî garantor e, li hemberî van êrişan bê deng e.

Li gorî çavdêrên siyasî dewleta Tirk piştî gelek herêmên Sûriyê dagir kirin û bi bêdengiya Rûsyayê û civaka navneteweyî re erêkirinek bi dest xist, dixwaze hîn zêdetir axa Sûriyê dagir bike.

Têkildarî baweriya bi hêzên biyanî yên ku destwerdana aloziyê Sûriyê kirine, Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Partiya Yekitiya Demokratîk a Herêma Firatê Sara Xelîl axivî û diyar kir ku piştî hêzên Rûsyayê ji Efrînê vekişiyan, rê da artêşa Tirk ku wê dagir bike, ev yek ji bo Serêkaniyê û Girê Spî jî derbasdar e ji ber ku dema hêzên Amerîkayê vekişiyan yekser her du bajarên navborî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin.

Sara Xelîl wiha domand:"Hebûna hêzên Rûsyayê wekî garantor a li herêmê, tu guhartin çênekirin, ji ber ku hîn jî dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û li dijî sivîlan komkujiyan pêk tînin. Ji lew re gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê baweriya bi hêzên biyanî yên ku li herêmê rola garantoran dilîzin, wenda kirine û êdî dizanin ku hebûna wan tiştekî ji wan re nake û tenê berjewendiyên xwe diparêzin."

Sara Xelîl bêdengiya hêzên Rûsyayê ya li hemberî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û wiha dewam kir:"Gelê me li herêmê helwesta xwe ya li hemberî hebûna Rûsya nîşan da û bi armanca redkirina hebûna van hêzên ku derveyî wêrankirinê, şer û mirinê tiştekî din ji wan re nakin, bi keviran êrişî dewriyeyên Rûsyayê û Tirkiyê kirin."

Dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tîne û gel jî li herêmê tê dikoşe.

ꞌDIVÊ RÛSYA BI ERKA XWE RABEꞌ

Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Partiya Yekitiya Demokratîk a herêma Firatê (PYD) Sara Xelîl bang li Rûsyayê kir ku li hemberî gel, bi erka xwe rabe.

Sara Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî:"Tişta ku di vê demê de ji Rûsya tê xwestin, li gorî erka xwe tev bigere. Ji ber ku li herêmê dewleteke garantor a agirbestê ye û rê li pêşiya komkujiyên li dijî sivîlan û dagirkirina herêmên wan bigire."

Dewleta Tirk û Rûsya têkildarî agirbestê di 22`ê Cotmeha 2019`an peymana Soçî mohr kirin û li ser deh bendan li hev kirin, ji wan QSD`ê herî kêm 30 km dûrî sînorê Sûriyê-Tirkiyê dûr bikeve û şer raweste. Her wiha bi kûrahiya 10 km li herêmên li ser xeta sînor ê bi Tirkiyê re dewriyeyên hevbeş ên dewleta Tirk û Rûsyayê werin birêvebirin û hikumeta Şamê jî leşkerên xwe li ser sînor belav bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KRD3XzN2xKA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>