ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-03-2021
20 adar, 2021   00:00

-Şahî û çalakiyên bi boneya Cejna Newrozê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin, dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Girkê Legê ji bo rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan were zelalkirin meşekê li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Newrozê, malbatên şehîdan ên Dêrikê mûman li ser gorên şehîdan ên goristana Şehîd Xebat Dêrikê vêdixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxiyê ji malbata şehîd Samî El-Hoşî re dixwazin, konê sersaxiyê li gundê Ferûca tê vedan, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya kon a li Kobanê ya bi banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Foza Yûsif anî ziman ku tenduristî û azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta sor e û ev hişyarî da: “Divê tu kes li ser xeta sor şaştî û siyasetê neke. Kes nikare bi nirxê me yê neteweyî bilîze.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga pîrozkirina Newrozê bi ruhê yekitiya dîrokî kirin ku pêkhateyên herêmê li hemberî zulm û zordariyê kir yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Serokê berê yê herêma Katalonyayê Carles Puigdemont  tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, rexne kir û got: “Birêz Ocalan di rewşeke pir dijwar de heye."Her wiha Puigdemont  pesna têkoşîna Kurdan da bi taybet li Rojava. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Beriya çend rojan Rûsya ragihand ku ew ji sewqiyetên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora Eyn Îsayê bi fikar e û dewleta Tirk bi binpêkirinên peymanan û astenkirina hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê tawanbar kir. Ev mijar gelek pirsan li ser sedem û armancên Rûsya ji vê yekê derxistin pêş. (BI WÊNE).

- Endama Meclisa Jinên PYD`ê ya Herêma Firatê da zanîn ku hebûna hêzên Rûsyayê ya li herêmê ku wekî aliyekî garantor e, tu guhartin çênekir, berovajî vê yekê dewleta Tirk hîn jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Şedadê û Kobanê Newroz pîroz kir û got bi beşdariya pêkhateyên herêmê ew îsal Newrozê pîroz bikin û ew ê îsal bikin sala serkeftin û binketina dewleta Tirk a dagirker. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA