QSD: Li gundewarê Eyn Îsayê 16 çete hatin kuştin

QSD'ê têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê daxuyaniyek da û ragihand ku di encama  bersivdayînê de 16 çete hatin kuştin û erebeyeke wan hate rûxandin.

QSD: Li gundewarê Eyn Îsayê 16 çete hatin kuştin
19 adar, 2021   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê bi daxuyaniyekê encamên êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê û berxwedana şervanan a li hemberî van êrişan parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja 19'ê Adarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Eyn Îsa û rêya M4 zêde kirin. Çeteyên dagirker êrişî gundên Seyda û Mielek kirin. Di saet 11:00'an de di encama bersivdayîna şervanên me de pevçûn qewimî. Di vê pevçûnê de 3 çete hatin kuştin. Di seatên piştî nîvro de seyareyek zirxî hat rûxandin û 13 çete hatin kuştin. Di wan pevçûnan de bi giştî 16 çete hatin kuştin.

Çeteyên dagirker gelek gundên derdora Eyn Îsa topbaran kirin. Di wan topbaranan de gelek sivîl brîndar bûn û zarokek jiyana xwe ji dest da. Her wiha 2 şervanên me şehîd ketin û şervanek me jî brîndar bû. Nasnameya şehîdên me dê piştre bi raya giştî re were parvekirin.

Topbarana li ser herêmê hîn jî berdewam dike. Her wiha cih bi cih pevçûn diqewimin."

ANHA