Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li CPT kir: Tavilê bi erka xwe rabe

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber idîayên têkildarî rêber Abdullah Ocalan hatin weşandin serî li CPT da. Di serlêdanê de bang li CPT hate kirin ku tavilê bi erka xwe rabe.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li CPT kir: Tavilê bi erka xwe rabe
19 adar, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî ku idîayên li ser ewlekarî û tenduristiya rêber Abdullah Ocalan li medya dîjîtal hatin weşandin, duh serî li Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê de hate ragihandin ku têkildarî heman idîayê malbat, wasî û parêzerên rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan ji bo karibin tavilê hevdîtinê bikin, lê belê serlêdanên ji bo hevdîtinê nehatine qebûlkirin.

Di daxwaznameyê de hate bibîrxistin, piştî hevdîtina malbatê ya 3'ê Adara 2020'î û axaftina bi telefonê ya 27'ê Nîsana 2020'î, ti agahî ji rêber Ocalan nayên wergirtin û hate gotin, "Hem qutkirina pêwendiya wî bi derve re, hem şert û mercên pandemiyê ku gefeke jiyanî ye, hem jı idîayên cidî yên dawî li ser jiyana wî hatin kirin, em malbat û parêzerên wî xistine nava fikarên cidî. Bi van hincetan di 15'ê Adarê, 16'ê Adarê, 17'ê Adarê û 18'ê Adarê de li pey hev ji bo hevdîtinê serlêdan hate kirin, lê bersiv nehatiye dayin."

Di serlêdanê de daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate bibîrxistin ku gotibû, rewşa wî ya tenduristiyê baş e, divê baweriyê bi nûçeyên bi vî rengî neynin û hate destnîşankirin ku daxuyaniya navborî ji bilî bidawîkirina fikaran, daxuyaniyek ji bo astengkirina lêpirsîna li mercên tecrîdê ye.

'DIVÊ TAVILÊ SERDAN BÊ KIRIN'

Di daxwaznameya serlêdanê de wiha hate gotin:

"Ya ku divê lê bê pirsîn şert û mercên tecrîdê ye, ku dibe sedema belavbûna nûçeyên bi vî rengî. Rejîma Îmraliyê rejîmeke awarte ye. Qutkirina pêwendiya bi derve re, yek ji kiryarên li derveyî mirovahiyê û êşkenceyê ye. Lewma, heta ku em yekser rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan nebînin wê fikarên me bi dawî nebin. Nepêkane ku nûçe û idîayên bi vî rengî ji rêzê bêne dîtin."

Di serlêdanê de hate ragihandin ku komîte têkildarî şert û mercên heyî yên tecrîdê ji xwe hatiye agahdarkirin û hate gotin, "Lê belê li pêşberî vê rewşa dawî ya girîng, ji bo bidawîkirina fikaran divê malbat û parêzer karibin biçin serdanê û Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din di nava tenduristî û ewlekariyê de bin. Ji bo vê jî em bang li we dikin ku tavilê bi erka xwe rabin."