Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan serlêdana ‘hevdîtina lezgîn’

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan bi daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ careke din serî li dozgeriyê da.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan serlêdana ‘hevdîtina lezgîn’
19 adar, 2021   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Mazlum Dinç, Raziye Ozturk, Îbrahim Bîlmez û Newroz Uysal, piştî îdiayên der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de, bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" dîsa serî li Serdozgeriya  Komarê ya Bursayê da û xwest biçin Îmraliyê.

Parêzeran bi heman armancê ji bo bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî hevdîtin bikin, serî li dozgeriyê dan.

Di heman demê de, parêzeran ji bo ku birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dinç, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin biçin Îmraliyê û hevditin bikin erî li dozgeriyê da.

Parêzeran xwest bi baldarî û lezgînî serlêdanên wan bên nirxandin û ev daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin. Parêzeran anîn ziman ku malbatan herî dawî di 3'ê Adara 2020'î de hevdîtin kiribûn, birayê Ocalan jî herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi Ocalan re axivî bû.

Parêzeran di daxwaznameyên serlêdanan de wiha got: "Malbatan herî dawî di 3'yê Adara 2020'an de hevdîtin kiribû, birayê Ocalan jî herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi Ocalan re axivî. Ji wê demê heta niha hemû daxwazên me hatin redkirin."

Parêzeran destnîşan kir ku hemû serlêdanên wan hatine astengkirin. Parêzeran bal kişand ser rapora  CPT'yê û xwest tecrîda demdirêj û giran, xertên girtîgeha Îmraliyê li ber çavan bê girtin û mafê hevdîtinê bê dayîn.

Parêzeran herî dawî bibîr xist ku di 14.03.2021'an de li ser înternetê agahî û îdiayên hatin belavkirin ew xistine nava fikaran û ji ber vê yekê xwest teqez û bi lezgîn parêzer û malbat biçin Îmraliyê û rû bi rû hevdîtinê bikin.