Di 24 saetên dawîn de balafirên Rûsyayê li çolistana Sûriyê 76 êriş pêk anîn

Hemwextî operasyonên ewlehiyê li çolistana Sûriyê, balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetên dawîn de nêzî 76 êriş pêk anîn.

Di 24 saetên dawîn de balafirên Rûsyayê li çolistana Sûriyê 76 êriş pêk anîn
19 adar, 2021   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê li çola Meyadîn a gundewarên Dêrazorê, çola Hema, Humis û Reqayê û heta sînorîn îdarî yên parêzgeha Helebê bi destekdayîna helîkopterên Rûsyayê, hemleya ewlehiyê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di roja duyemîn de dewam dike.

Her wiha bombebarana li dijî çolistana Sûriyê ji 16`ê Adarê ve dewam dike. Di heman demê de balafirên şer ên Rûsyayê rêzeçiyayên El-Beşerî yên li ser sînorên îdarî di navbera Dêrazor û Reqayê de, bombebaran kir û di 24 saetên dawîn de li dijî şikeftên ku tê texmînkirina çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmê tê de bi cih dibin, 76 êriş pêk anîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di êrişên asîmanî yên Rûsyayê de 13 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û wesayîtên leşkerî hatine rûxandin.

Ji 24`ê Adara 2019`an ve di êriş, teqîn û kemînên çeteyên DAIŞ`ê li rojavayê Firatê, çolistana Dêrazorê, Reqa, Humisê û Siwêdayê de pêk anîne, hezar û 356 endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.

(cx)