Rojnameyên erebî: Têkçûna aboriya Sûriyê dewam dike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa aloziya aborî û jiyanî ya li Sûriyê û nakokiyên di navbera Washington û Moskovê de kir.

Rojnameyên erebî: Têkçûna aboriya Sûriyê dewam dike
19 adar, 2021   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI KOLANÊN ŞAMÊ, RÛYÊN MIROVAN ZER IN Û LAŞÊN WAN SIST IN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî aloziya aborî ya li Sûriyê wiha nivîsî: “Di gereke li kolanên Şamê de, rûyên mirovan zer bûn û laşên wan sist bûbûn, hinek mabû li hev bikevin. Bêdengiyeke kûr hebû. Xwediyên dikanan û bi taybetî yên dikanên goşt, li ber deriyê dikanên xwe sekinîbûn, melûl bûn. Kîloya mûzan bi 3 hezar û 500 lîre ye. Beriya rojekê bi 2 hezar û 500 lîre bû. Di welatekî de ku ji her 10 kesan 9 di xizaniyê de dijîn, tiştekî komîk e ku mirov behsa nirxê mozan bike.

Lê belê mûz ji salên 1980`yî ve wekî xewneke zer e ji bo gelê Sûriyê, ji berê ve jê mehrûm in.”

‘PÛTÎN: BIDEN DI BINAVKIRINA MIN WEK ‘KUJER’ TAYBETMENDIYÊN XWE DIBÊJE’

Têkildarî xirabbûna têkiliyên di navbera Washington û Moskovê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja pêncşemê henekên xwe bi serokê Amerîkayê Jeo Biden kirin ku Bîden, Pûtîn bi “kujer” bi nav kiribû. Pûtîn careke din got Moskov li hemberî DYA`yê berjewendiyên xwe diparêze.

Xuya ye ku bûyera vê dawiyê têkiliyên Amerîka-Rûsyayê ji nû ve xirab kirin, tevî ku her du welatan ji dema guhertina rêveberiya Amerîkayê ve teqez kiribû ku ew ê di gelek dozên hevbeş de hevkariyê bikin.

Pûtîn ji televîzyona fermî re wiha gotibû: “Kujer ew e ku yê din bi wî navî bi nav dike. Ev ne gotineke zarokan an henek e. Her tim em taybetiyên xwe di kesekî din de dibînin û em bawer dikin ku ew jî wekî me ye.”

Cara yekemîn e ji sala 1998`an de, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bang li balyozê xwe yê li DYA`yê kir da ku têkildarî pêşeroja têkiliyên her du welatan ku gihaştine rêyeke xitimî, şêwiran pêk bînin.

Balyozxaneya Rûsyayê ya li Washingtonê got: “Daxuyaniyên rayedarên amerîkî dibe ku têkiliyan hilweşînin ku ji berê ve bi nakok in.”

(cx)