ꞌDivê em ji bo rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikinꞌ

Şêniyên bajarê Kobanê, girêdana xwe bi rêberê xwe Abdullah Ocalan re nîşan dan û got: "Em ê ji bo rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikin, ji ber ku Ocalan gel e."

ꞌDivê em ji bo rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikinꞌ
19 adar, 2021   06:21
KOBANÊ-MEYSAA EKARÎ

Gel banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir ku ji beriya 22 salan ve di girtîgeha   dewleta Tirk de ye. Her çi qasî bi sedan daxwazên serlêdanê ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan re hatine pêşkêşkirin, dadgehên dewleta Tirk daxwazên hevdîtinê red dikin û nahêle malbat û parêzer bi rêbertî re bicivin.

Gelê Kurd û tevahiya herêmê, piştî belavbûna agahiyên der barê teduristiya rêber Abdullah Ocalan, daketin qadan û banga zelalkirina rewşa rêber Ocalan kirin.

Gelê bajarê Kobanê têkildarî mijarê axivin û got ku tenduristiya rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser rêbertî xwestekên gelên herêmê yên sereke ne.

Ocalan Oso bal kişand ser zilma ku faşîzma dewleta Tirk ev 22 sal in li dijî rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û bang li gelê Kurd bi taybet kir û got:" Heta eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan û dewleta Tirk neçar bikin ku tecrîdê rake, em tê bikoşin."

Oso diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ne rêberê gelê Kurd bi tenê ye, lê belê rêberê hemû gelê têkoşer û azadîxwaz e, ji ber rêberekî enternasyonalîst e û li ser rêya heqî, wekhevî û adaletê ye.

Ela El-Dîn Ehmed jî axivî û got rêber Abdullah Ocalan rêberê mirovahiyê ye û ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşiya, ji lew re ew ê li dijî dewleta Tirk a faşîst bisekinin. Ehmed da zanîn ku rêya rêber Abdullah Ocalan ji wan re xêz kiriye, rêya heqî û mirovahiyê ye.

Ehmed di berdewamiya gotina xwe de îşaret bi girîngiya serhildana li dijî dewleta Tirk a dagirker kir û da zanîn ku divê gelên wan ên li hemû herêman çi li hundirê Kurdistanê be û çi jî li derveyî wê be, çi kesê têkoşer, azadîxwaz û demokratîxwaz be heta eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

Sozdar Xelîl axivî û kiryarên dewleta Tirk û sûcên ku li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, şermezar kir û ev yek lê zêde kir:"Em zilma ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne şermezar dikin. Hebûna rêbertî tê wateya hebûna gelê Kurd bi taybet û  gelê herêmê bi giştî, êdî dem hatiye ku em vê yekê isbat bikin."

Sozdar Xelîl bi van gotinan, axaftina xwe bi dawî kir:"Ji siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me pêk tîne re, êdî bes e. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî faşîzma Tirkiyê dengê heqiyê bilind bikin û dem hatiye ku gel hezkirina xwe ya ji rêbertî re nîşan bide."

(eh)

ANHA