KNK`ê: Bila Newroza îsal bibe çepera yekîtî, tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyamekê Newroz pîroz kir û diyar kir ku îsal divê yekrêziya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtiya neteweyî bê xurtkirin.

KNK`ê: Bila Newroza îsal bibe çepera yekîtî, tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir
20 adar, 2021   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Cejna Newrozê peyama pîrozbahiyê weşand.

Peyama Konseya Rêveber a KNK’ê wiha ye:

“Cejna berxwedan û Azadiyê Newroz pîroz be.

Di dîroka Kurdistanê de, herdem Newroz xwedî cihekî diyare. Newroz roja berxwedanê ye, Newroz roja serkeftina li hember zilmê ye, Newroz cejna azadiyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê pêk hatiye. Dijî zilmê, koletiyê, dagîrkeriyê, kolonyalîzmê û her reng bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê.

Îro gelê Kurd, bi keda xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kirine şahiyeke mezin ya gelêrî û roja berxwedanê. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li meydanên dîasporayê dîsa herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jiyanê de Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.

Li seranserî Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîroz kirin. Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî li gel hemî astengiyên dagirkeran, dîsa jî bi wateya xwe tê pîroz kirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.

Bi Newrozê ve em dest bi salekî nû dikin. Sala derbasbûyî di hemî waran de bû salekî ya têkoşînê. Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe salekî ya têkoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek aliyan ve êrîş dikin. Teybetî dewleta Tirk, jibo têkbirina hemî destkevtên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrîşekî mezin de ye. Dewleta Îranê jî bi hemî awayî gel û çalakvanên me hedef digre. Herçend statûyek fermî li Başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewamin û rewşa deverên dabirayî nebaşe. Dijminên me ji bo lewazkirin û têkbirna vê statuyê, li ser karin û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Rejîma Surî jî li derfetan digere. Dixwazin destkeftên gelê me yên li Rojava têkbibin.

Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêza parastinê bê xurtkirin, divê êrîşên dijminan bêne şkanandin, divê destkeftên heyî bêne parastin û destkevtên nû bêne bi destxistin. Ji bo van hemiyan divê di sêrî de yekrêziya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadiyê.

Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Heman demê de nexweşiya Koronayê jî heye. Lê disa jî emê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Çi dibe bila bibe, bila herkes tedbîrên xwe yên li hember nexwşiya Koronayê bigre û weke salan dakeve qada Newrozê û bi rihê serkevtina Gare cejna xwe pîroz bike.

Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da, agirê Newrozê divêt bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yêkîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Bila Newroza vê salê ya 2021’an bibe çepera yêkîtî û tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.

Dem dema azadiyê ye.

Newroz pîroz be!”

(cx)