NAVENDA NÛÇEYAN A 19-03-2021

NAVENDA NÛÇEYAN A 19-03-2021
19 adar, 2021   00:00

-Zarokên Mala Piştevaniya Zarokan a navçeya Girkê Legê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 11:00'an(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD'ê Samî El-Hoşî li goristana Şehîdan a Til Hemîsê oxir dikin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û rojnamevanê lubnanî û Endamê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan, bang li hemû rêxistinên navneteweyî û herêmî kir ku beşdarî însiyatîfê bibin û destekê bidin banga serbestberdana têkoşer û ronakbîr Abdullah Ocalan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê, girêdana xwe bi rêberê xwe Abdullah Ocalan re nîşan dan û got: "Em ê ji bo rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikin, ji ber ku Ocalan gel e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji beriya 4 mehan ve dewleta Tirk û çeteyên wê hewl dide du gundên nêzî Eyn Îsayê dagir bikin û QSD`ê li hemberî van êrişan berxwedaniyeke bêhempa dide meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Nivîsgeha Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (P.D.K.S) ya Kobanê, bi boneya cejna Newrozê şahiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Kampa Newroz bi boneya cejna Newrozê şahiyekê ji bo koçberên Serêkaniyê û Girê Spî li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya cejna Newrozê ji bo zarokên navçeyên Til Berak û Til Hemîsê şahiyekê li navenda çandê ya Til Hemîsê tê lidarxistin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Temirê Newroza 2021'an pîroz kirin û gotin ku wê Newroza îsal bibe Newroza serkeftin û azadiya tevahî gelan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Aldar Xelîl bal kişand ser idîayên der barê tenduristî û jiyana Rêber Abdullah Ocalan de û got, ger bi Rêber Abdullah Ocalan tiştek were berpirsê wî dewleta Tirk û hêzên komploger in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Roza Salih got li Rojhilata Navîn demokrasî û mafên mirovan tune ye, gel ji bo bidestixtina mafên xwe bi çekan têdikoşin û diyar kir ku neteweya demokratîk ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û li Rojava hate pêkanîn mînaka ku hêviyê dide gel. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Efrînê ve sûc û siyasetên xwe yên bi armanca çewisandina nasname û rastî û qirkirina çanda herêmê, da ku hebûna Kurdan qir bike, didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Çalakiya bi kon a ciwanên Kobanê ya bi banga zelalkirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan di roja sêyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxiyê ji malbatê şervanên Hêzên Xweparastinê şehîd Hisên El-Heşaş re dixwazin, merasîmê sersaxiyê li Mala Gel a taxa Kornîş li dar dikeve, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA