Nivîskarekî lubnanî: Divê CPT li hemberî rewşa Ocalan bi cidiyet tev bigere

Nivîskar û rojnamevanê lubnanî û Endamê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan, bang li hemû rêxistinên navneteweyî û herêmî kir ku beşdarî însiyatîfê bibin û destekê bidin banga serbestberdana têkoşer û ronakbîr Abdullah Ocalan.

Nivîskarekî lubnanî: Divê CPT li hemberî rewşa Ocalan bi cidiyet tev bigere
19 adar, 2021   02:52
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Nivîskar û rojnamevanê lubnanî El-Qadî ji ajansa me re diyar kir ku Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan ditirse ku komplo çêbibin û hewldana qetilkirina rêber Abdullah Ocalan hebe û wiha domand: "Em hişyariya ji paşguhkirina navneteweyî ya têkildarî rewşa têkoşer Abdullah Ocalan dikin, nexasim ku rejîma Erdogan hewl dide hemû kesên dengên xwe li hemberî zilm û bindestiyê bilind dike, têk dibe."

Nivîskar û rojnamevan Xelîl El-Qadî ev yek li gotina xwe zêde kir:"Em dibînin ku ji erka Komîteya Ewropa ya Têkoşîna li dijî Tundiyê (CPT) ku bi cidiyet tev bigere, hesab ji hikumeta Tirkiyê bixwaze û çarenûsa têkoşer Abdullah Ocalan nas bike, her wiha zextê li rejîma erdoganî bike ku rêber Ocalan serbest berde."  

El-Qadî destnîşan kir ku divê CPT`ê têkildarî mijarê bi erka xwe rabe, biçe Îmraliyê û der barê rewşa têkoşer, ronakbîr û rêber Abdullah Ocalan agahiyên rast bi dest bixin, di heman demê de di civîneke çapemeniyê de û li pêşberî ragihandinê, cîhanê, gel û hevalan rastiya rewşa rêber Abdullah Ocalan ragihîne.

Nivîskar û rojnamevanê lubnanî Xelîl El-Qadî da zanîn divê desthilta Tirk helwestekê nîşan bide û rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan eşkere bike, ji ber ku ew berpirsa tenduristiya wî ye û di encamê de li gorî qanûnên navneteweyî nabe van kiryaran bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê desthildariya Tirkiyê rê bide malbata têkoşer û ronakbîr Abdullah Ocalan ku her tim serdana wî bikin û rewşa tenduristiya wî nas bikin. Her wiha  rastî û rewşa wî ya tenduristiyê were naskirin û bi çavdêriya rêxistina navneteweyî ya Xaça Sor tenduristiya rêber Abdullah Ocalan were şopandin."

(eh)

ANHA