PJAK û KODAR: Newroz hêmaya azadîxwaziyê, destpêka raperîn û serhildanê ye

PJAK û KODAR’ê: ”Newroz destpêka serhildan û raperînê ye. Em dixwazin sala nû bibe sala têkbirina terîda li ser Rêber Apo û gelê me.”

PJAK û KODAR: Newroz hêmaya azadîxwaziyê, destpêka raperîn û serhildanê ye
19 adar, 2021   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji bo cejna Newrozê peyamek hevbeş belavkirin.

Di peyama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) de ev tişt hatin gotin; “Sala borî ji bo Rojhilatê Kurdistan hem jî beşên din yên Kurdistanê, salek berxwedanê bû. Zexta li ser hemû pêkhateyên civakê hîn jî dewam dike û dijî vê jî gelê Kurd di nava têkoşînê deye.

Newroz ji bo gelê Kurd hêmaya azadîxwaziyê ye û hertim weke destpêka serhildan û raperînê ye. Hertim li Kurdistanê bihar û germahiya serhildanê têkelî hevbûye. Newroz ji bo gelê me cejna vejîn, diyarbûn, vegera xwezayê û cewherê hebûna civakê ye. Gelê Kurd di rewşek dijwar ya aborî, civakî, têkoşîna dijî Korona û Komara Îslamî de, pêwşazî li cejna Newrozê dike. Di heman demê de tecrîdek girankirî li ser gelê Kurd û taybet Rêber Apo heye. Armanca êrişan, astengkirina pîrozbahiya Newrozê ye, em dixwazin sala nû bi têkoşîn û hewldanek hemûalî bibe sala serkeftin û azadiyê. Bibe sala têkbirina terîda li ser Rêber Apo û gelê me.

Pêwîste di vê cejna netewî û jiyana hevbeş de, dagirkerî têkbiçe û serkeftin mîsoger bibe. Em bang herkesê dikin, bi ruhê xwedîderketina destkeftiyên gelê, me kombûna li derdora nirxên civakî, têkoşînek bê hempa were meşandin.”

(cx)