Şêniyên Efrîn û Kobanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan meşek li dar xist

Bi durişma "Bi rihê berxwedana Garê em tecrîdê bişkînin", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê meşek li dar xist û banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kir. Bi heman armancê li Kobanê jî meşek hate lidarxistin.

Şêniyên Efrîn û Kobanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan meşek li dar xist
Şêniyên Efrîn û Kobanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan meşek li dar xist
Şêniyên Efrîn û Kobanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan meşek li dar xist
Şêniyên Efrîn û Kobanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan meşek li dar xist
Şêniyên Efrîn û Kobanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan meşek li dar xist
Şêniyên Efrîn û Kobanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan meşek li dar xist
Şêniyên Efrîn û Kobanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan meşek li dar xist
Şêniyên Efrîn û Kobanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan meşek li dar xist
Şêniyên Efrîn û Kobanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan meşek li dar xist
15 adar, 2021   21:01
ŞEHBA-KOBANÊ

Bi dehan şêniyên Efrîn û Kobanê bi meşekê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kir. Meş ji pêşiya Dibistana Siwaqa ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê kir. Şêniyan di meşê de wêneyên rêbertî, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û partkên "Bi rihê berxwedana Garê em ê tecrîdê bişkînin" vekiribûn. Her wiha diruşmeyên "Bimire îxanet, bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Meşa ku di kolanên navçeyê de geriya li goristana Şehîdan a navçeyê bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2021/03/15/191620_rshyd-afryn-5b1600x12005d.webp

Li wir agir hate pêşxistin û deqeyeke rêz hate girtin. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê Reşîd Efrîn axivî û wiha got: "Ji bo rêber Ocalan em ê li qadan bin, bi girankirina tecrîdê dixwazin têkoşîn û berxwedana me bişkînin, lê nizanin ku ev berxwedan bi salan xwe berhemên keda rêber Abdullah Ocalan, ji ber vê yekê wê nikaribin bişkînin."

Reşîd her wiha got: "Ji bo wê baweriya ku rêber Abdullah Ocalan daye me, em ê tê bikoşin û heta dawiyê şer bikin."

KOBANÊ

Şêniyên Kobanê bi rêya meşeke girseyî banga lezgîn a naskirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kir û bang li kurdistaniyên li tevahî cîhanê kir ku serî hildin.

Meş li Qada Jina Azad vegerî mîtîngê û piştre hevserokê kantona Kobanê Mistefa Îto û endama Meclisa Rêveber a PYD’ê Bêrîvan Hesen axivîn.

Axêveran piştrast kir ku divê gel dakeve qadan û têkoşîna xwe ya siyasî û gel heta eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan bilind bike û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û rewşa tenduristî ya rêbertî eşkere bike.

Bêrîvan Hesen bang li rêxistinên hiqûqî ya mafên mirovan kir ku bi lez destwerdanê bike û rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bikin û îro tevahî gelê Kurd li benda agahiyekê ji rêberê xwe de ye.

/ar/uploads/files/2021/03/15/191721_aaeshhafndy.webp

Piştre meş ji Qada Jina Azad ber bi kolana Stasyonê heta bi Qada Aştiyê ve çû û li wir bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî axivî û wiha got: "Armanc ji tecrîdkirina rêber Ocalan ferzkirina tecrîdê li ser biratiya gelan, jiyana hevbeş û qedexekirina gel a xwegihandina ber bi azadiyê ve  û ew tecrîdeke li ser demokrasî û mirovahiyê ye."

Ayşe Efendî bang li gelê Kurdistanê kir ku ji bo azadiya rêbertî û rizgariya wî bi rêya bilindkirina têkoşîna siyasî û gelêrî serî hildin û bang li kurdistaniyên li tevahî cîhanê kir ku bi lez dakevin qadan û xwesteka eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêbertî bikin.

ANHA