Ehmed Şêxo: Serdana Nesir El-Herîrî ji bo têkbirina hewldanên yekitiya neteweyî ye

Endamê Meclisa Rêveber a PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo got serdana Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re, ji bo têkbitrina hewldanên avakirina yekitiya kurdî ye û diyar kir ku û tevahî serdan di bin çavdêriya dewleta Tirk de pêk hatin.

Ehmed Şêxo: Serdana Nesir El-Herîrî ji bo têkbirina hewldanên yekitiya neteweyî ye
15 adar, 2021   03:09
KOBANÊ

Bertekên aliyên siyasî û civakî yên Kurd ên li dijî ser serdana serokê "Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê" Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re û hevdîtinên wê bi serokê PDK’ê re zêde dibin.  Di serdanê de gelek lihevkirin bi navbeynkariya dewleta Tirk pêk hatin, di nav de têkbirina hewldanên pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurdî ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sponseriya Amerîkayê têne kirin.

Têkildarî mijarê, Endamê Meclisa Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Ehmed Şêxo wiha got: "Armanca sereke ji serdanê ew e ku pêşdeçûna Rêveberiya Xweser derbe bike û nehêle partiyên siyasî yên kurdî nêzî hev bibin."

Şêxo bal kişand ser serdana Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re û wiha domand: "Di 10 salên ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek komployên veşartî ku li dijî ser gel hatibûn plankirin, eşkere bûn, ji lew re em êdî dibînin ku çi mijara siyasî bandora wê li r kolanê heye û pê diaxivin."

Şêxo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin yekitiyeke siyasî ya civakî di navbera tevahî pêkhateyan de ava bikin, lê belê aliyên dîtir yekser tev li dijmin bûn û êdî nêrînên xwe mîna ya muxalifê ya ku ne cudayî nêrîna hikumeta Şamê ya li ser doza Kurd didin. Heke bi wan re hevkariyeke rasteqînî bikirana wê demê hêsan bû, lê belê ew jî mîna itîlafê nêzîk dibin ku bi nejadperestî nlêzî kurdan û mafên wan dibin."

Şêxo diyar kir ku ji destpêka avakirina itîlafa muxalif ve şerê gelê Kurd dike û diyar kir ku itîlafa behsa mijarê herêmên Kurd dorpêç kirine û beşdarî şerê li dijî Kobanê bû. Şêxo axaftina xwe wiha domand: "Wekî gelê Kurd gelo em ê çawa digel aliyên ku şerê me dikin  û hewl didin doza têk bibin danûstandinan bikin? Îro jî li rêbazên xapandina gelê Kurd bi rêya hiştina şêniyên li herêmên dagirkirî ku bi cejna Newrozê pîroz bike, digerin. Lê ya herî girîng jî wan sivîl direvandin, xak û rûmeta Efrînê tecawîz dikir? Ma ne ew alîgirê Nesir El-Herîrî ne?  gelo çawa dê gel bi van gotinan were xapandin û di nava rojû şevekê de 180 pileyî were guhartin û navendên ENKS’ê vekin û bi cejna Newrozê pîroz bikin, em mijareke mixabîniyê ye?"

 ‘RIZGARKIRINA HERÊMAN AN JÎ GUHARTINA DEMOKGRAFÎ BI DESTÊ ITÎLAFÊ YE’

Nesir El-Herîrî mîna serok û serçeteyên komên terorîst li ser herêmên dagirkirî yên ji hêla dewleta Tirk ve axivî û got ew herêm hatine rizgarkirin û li ser sûcên ku rojane pêk tên an jî guhartina demografî neaxivî.

Têkildarî vê yekê Şêxo wiha pê de çû: "El-Herîrî di daxuyaniya xwe de qala herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin kir û wekî herêmên rizgarkirî bi nav kir, lê bi wê yekê guhartina demografî yên li Serêkaniyêû Girê Spî û Efrînê ku di encamê de 350 hezar koçber bûn tepisand."

Şêxo eşkere kir ku ji pişt vê serdanê gelek armanc hene, ew jî derbekirina hewldanên QSD’ê yên yekitiya Kurd e û got: "Em dizanin ku kî Nesir El-Herîrî şandiye Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker li pey vê serdanê ye. Ev jî rastiyeke ku gelê Kurd tevahî dizane, ji ber ku Nesir El-Herîrî û îtîlafê nikarin pêngaveke bi tenê jî bêyî erêkirina dewleta Tirk a dagirker biavêjin."

Endamê Meclisa Rêveber a PYD’ê Ehmed Şêxo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Armanceke din ji vê serdanê ew e ku bi destê kesên idîa kurdiyatiyê dikin û ji bo bejrewendiyên dijminên gelê Kurd dixebitin, derbeyekê li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5wol0GjsZho" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>