Rûsya ji lihevkirina bi Qeter û dewleta Tirk re çi dixwaze?

Hevpeymana Rûsyayê ya bi dewleta Tirk û Qeterê re li ser avakirina rêveçûneke nû der barê Sûriyê de gelek pirsin çêkirin; gelo ev rêveçûn dikeve şûna rêveçûna Astanayê, li gel wê jî dûrxistina Îranê ji vê yekê hate kirin û Rûsya ji vê yekê çi dixwaze?

Rûsya ji lihevkirina bi Qeter û dewleta Tirk re çi dixwaze?
15 adar, 2021   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov, yê Qeterê Mihemed Bin Abdurehman Al Sanî û yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu di 11’ê vê Adarê de ragihand ku dest bi xebateke şêwirê ya nû kirine û bi çareserkirina Sûriyê hate binavkirin.

Qeter û dewleta Tirk her du dewletên ku zû destwerdan li rewşa Sûriyê kirine û dewletên ku bûne sedema veguherandina şoreşa sûriyan ber bi krîzekê ve bi rêya piştevaniya komên Îxwan El-Mislimîn û vekirina sînor li pêş derbasbûna komên tundraw ji tevahî cîhanê ber bi Sûriyê ve. Armanca wan jî tenê bidestxistina desthildariyê û avakirina rejîmekê girêdayî xwe wan be.

Her sê wezîran di civîna çapemeniyê ya hevbeş de idîa kir ku xebata nû girêdayî pirsgirêkên mirovî ye û dê li gel rêveçûna Astanayê were birêvebirin.

SEDEMÊN KU HIŞTINE RÛSYA VÊ RÊVEÇÛNÊ AVA BIKE

Piştî gera berpirsên Rûsyayê li herêma erebî û binketina Moskovê di ferzkirina çareya siyasî li ser civaka navneteweyî ya bi rêya bi dehan gerên ji rêveçûnên Astana û Soçiyê, "rêveçûna Dewhayê" pêk hat.

Rûsya di dirêjahiya dema borî de bi rêya rêveçûna Astanayê û dabeşkirina serweriyê li Sûriyê bi dewleta Tirk û Îranê re ji 2017’an de hewl da rêveçûna Cinêvê bi Astanayê biguhere, lê bi bin ket.

Piştî binketina qaşo komîteya destûrê ya ku gelek gerên wê li Cinêvê bêyî tu pêşketinan li dar ketin û bi israra hikumeta Şamê li ser pêkanîna hilbijartinên serokatiyê li gorî destûra 2012’an, rêveçûna sêalî dest pê kir.

Rêveçûna nû bi salvegera 10’emîn a destpêkirina krîza Sûriyê, li gel qeyrana aborî ya li herêmên hikumeta Şamê pêk hat. Bi taybet piştî binketina Rûsyayê ya îqnakirina dewletên Kendavê mîna Erebistana Siûdî û Îmaratê ji bo normîlezekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re û xebata li ser vegerandina li Komkara Erebî. Washington û Ewropa ev yek di demeke berê de red kiribû.

GELO RÊVEÇÛNA ASTANAYÊ BI DAWÎ BÛ?

Wezîrên her sê dewletan got rêveçûna nû paralelî rêveçûna Astanayê ye. Armanca wan jî tiştên ku hersê dewletan re bi dest xistine, were parastin. Her wiha eniyên li Idlibê ji hêla çeteyên dewleta Tir û hêzên Şamê yên bi piştgiriya Rûsyayê ve di halê hazir de, werin sepandin. Di heman demê de, dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî re bi rêya vê lihevkirinê werin mayîndekirin.

Rûsya bi rêya rêveçûna Dewhayê hewl dide rêveçûna Astanayê temem bike, lê bi şêweyekî nû ku tevahî astengiyan bi dawî bike, jê jî tunebûna rewabûna erebî û hebûna Îranê.

ÇIMA ÎRAN HATE DÛRXISTIN?

Tunebûna Îranê di lihevkirinên rûsî-tirkî yên girêdayî Sûriyê de ne nû ye, her wiha Îran di gelek gerên Astanayê de jî tune bû û heta amadebûna wê jî tenê ji bo "bazirganiya" di navbera Rûsya û deweleta Tirk de bû. Beriya wê jî Îran ji civîna Qudsê ya sêalî ya di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de, hate dûrxistin. Di wê civînê de, biryar hate dayîn ku hebûna Îranê li Sûriyê were kêmkirin.

Piştî serweriya Rûsyayê li rûbereke mezin a Sûriyê bi rêya piştevaniya hêzên hikumeta Şamê, Moskovê tu serkeftineke siyasî ya girêdayî rewabûna hikumeta Şamê bi dest nexist, lê berovajî wê cezayên aborî û siyasî zêde bûn û dît ku Îran li pêş berjewendiyên wê asteng e.

Berpirsên amerîkî û rojavayî ji Moskovê re peyam şandin ku ger Îran Ii Sûriyê be tu çareyeke siyasî pêk nayê.

GELO DÊ RÛSYA ÇI BI DEST BIXE?

Tevî planên Rûsyayê, lê pirsgirêkên tên texmînkirin dê di pêşerojê de pêk werin û dibe ku gotina navdar "Hesabên zeviyê li hesabên bênderê nayên" anku hesabên Rûsyayê bi yên Qeter û dewleta Tirk re li hev neyên.

Êdî hevsengiya vê rêveçûna nû li dijî berjewendiyên Rûsyayê û serweriya wê ne, ew jî bi sedema tunebûna Îranê ya hevalbenda Rûsyayê û hikumeta Şamê ye.

Têkildarî rêveçûna nû, analîzvanê siyasî yê misirî û pisporê karên Tirkiyê Muhsin Ewedellah wiha got: "Ev rêveçûn dê tiştekî neguhere, rêveçûna Dewhayê ya nû ne cudayî rêveçûnên Astana û Sochiyê ye, ji ber metod heman e û dewletên beşdar ji bilî Îranê ya ku bi Qeterê hatiye guhartin, heman in."

Der heqê tunebûna Îranê de, Ewedellah ev nirxand kir: "Ev rêveçûn girêdayî guhartinên di rêveberiya Amerîkayê û redkirina wê ya hebûna Îranê yan jî beşdariya wê di çareserkirina Sûriyê de ye. Lê belê bi wê re Moskov hewl dide xwe li ser doza Sûriyê ferz bike, da ku Îranê jê bi dûr bixe. Ji ber Îran bi Moskovê re ji bo serwerîkirina li ser Şamê di pêşbirkê de ye. Li aliyekî din jî Moskovê bi rêya wê hewl da rûyê xwe li pêş Washingtonê spî bike ku ew rêveçûna nû parçeyek ji çareya dawî ye."

Ewedellal wiha domand: "Ez texmîn nakim ku dê pêşeroja vê rêveçûnê hebê û çarenûsa wê ji ya Astana û Sochiyê ne cuda ye, bi taybet daxuyaniya dawîn ne cudayî daxuyaniya dawîn a Astanayê ye. Li gel wê jî daxuyanî dûrî rastiyên li ser erdê ye û li ser planên qutbûnê û piştevaniya dewletê diaxive, ew daxuyanî ji Moskovê bi der ket, Erdogan û Temîm li ser îmze kir."

Girêdayî xeteriya li ser Sûriyê Ewedellah destnîşan kir ku xeterî ne nû ye û ev jî di daxuyaniya Moskovê de diyar bû ku hêzên Kurd û Rêveberiya Xweser bi planên qutbûnê bi nav kirin, ev jî dûrî rastiyê ye û rêveberiya Amerîkayê jî vê yekê baş dizane û dizane ku li gel QSD’ê tu niyeta qutbûnê tune ye.

Ewedellah wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tu nirxa daxuyaniyê tune ye û dûrî rastiya li ser erdê ye, ew tenê hewldana Rûsyayê ya kontrola Şamê bi rêya bidûrxistina Îranê ye, li gel wê jî spîkirina rûyê xwe ji Washingtonê re û şandina peyamekê ji Biden re ye ku ew dikarin beşdarî çareya dawîn a doza Sûriyê bibin."

‘RÛSYA HEWL DIDE KENDAVÊ JÎ TEV LI KRÎZA SÛRIYÊ BIKE’

/kr/uploads/files/2021/03/15/073644_-.webp

Li aliyekî din jî rojnamevan û analîzvanê siyasî yê sûrî Beha Ewam têkildarî mijarê ev nirxand kir: "Serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê ji Qeterê ji nava gerên wî yên li dewletên Kendavê mîna Îmarat û Erebistana Siûdiyê bûn, di gerê de nîqaşên krîza Sûriyê û hewldana nêzbûna dewletên Ereb ji vê krîzê re hatin kirin."

Ewam diyar kir ku Rûsya hewl dide piştevaniya Ereban bi giştî û dewletên Kendavê bi taybet kom bike, da ku bandorên aborî û mirovî ya Sûriyê çareser bike, ew jî li hember sivikkirina şertan di xebata guhartina siyasî ya li gorî biryarên neteweyî ku ji Beşar Esed tê xwestin.

Ewam wiha domand: "Ez texmîn nakim ku Rûsya li hember avakirina rêveçûnên nû ji bo danûstandina li ser mijarên mirovî û aborî li Sûriyê li herêmên muxalifê yan jî rejîmê asteng bin. Ev jî kirîzê dirêj dike, kedên navneteweyî û herêmê yên ji bo çareserkirina siyasî belav dike."

‘TU KES NIKARE LI ŞÛNA ÎRANÊ BERDÊLEKÊ DEYNE’

Li ser axaftina girêdayî pevguherîna Îranê bi Qeterê Ewam got: "Divê were zanîn ku Moskov hem naxwaze hem jî nikare Tehranê bi Dewhayê biguhere. Ji ber Qeter di bin sîwana serweriya dewleta Tirk de tev digire û berjewendiyên Enqereyê pêk tîne û Qeter ne wek Îranê lîstokvanekî sereke di dosyaya Sûriyê de ye."

Ewam wiha axivî: "Dewleta Tirk xwest beşdarî civîna Rûsya û Qeterê bibe, da ku bibêje Dewha girêdayî Enqerê di kîrza Sûriyê de ye. Qeter bi  vê gavê derfet dît ku xwe wekî rêveçûneke nû der barê aloziyê de li şûna Îranê nîşan bide. Lê di rastiyê de, Qeter çi li Sûriyê yan jî li devereke din be Tehranê aciz nakin û Moskov û Enqere nikarin Îranê bi bûr bixin. Lê bi tenê bi pevguherîna bi Amerîka yan jî bi helwesteke erebî ya yek dûrxistina Îranê pêkan e. Yan dê krîza bi rêya Rûsya, Amerîka û Tirkiyê were birêvebirin an jî bi rêya Rûsya, Amerîka û Komkara Erebî were birêvebirin. Vebijêrka sêyemîn jî lihevkirina amerîk-rûsî ye ku xwe li ser tevahî aliyên derve û hundirîn ferz bike."

'WASHINGTON XWEDÎ GOTINA DAWÎ YE'

/kr/uploads/files/2021/03/15/073649_-.webp

Ewam xetereyên van pêngavan nirxandin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Li gorî tevahî rewşan, nirxandina xetere yan jî sûda tevgerên Rûsyayê yên dawîn li ser pêşeroja krîza Sûriyê bi rêya berteka Amerîkayê eşkere dibin. Amerîka xwedî gotina dawî ye. Tu kedên ku rola Washingtonê di Rojhilata Navîn de paşguh bikin an jî texmîn bikin ku ew dikarin vê yekê di nava xwe de çareser bikin, tu serkeftin jê re nîn in û sînorê propagandaya wan jî derbas nake."

(fr)

ANHA