‘DAIŞ`ê careke din xwe bi rêxistin dike’

Koordînatorê îstixbaratê û têkoşîna li dijî terorê ya Fransayê Laurent Nunez piştrast kir ku DAIŞ careke din bi awayekî veşartî xwe bi rêxistin dike.

‘DAIŞ`ê careke din xwe bi rêxistin dike’
12 adar, 2021   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî koordînatorê nîştimanî yê îstixbaratê û têkoşîna li dijî terorê ya Fransayê Laurent Nunez tevgera komên DAIŞ`ê li çolistanan zêde bûye, nexasim çolistanên Sûriyê û li bakurê Iraqê. Gelek êriş li dijî sivîlan û hêzên ewlehiyê yên wê herêmê pêk anîn. Her wiha bi sedan endamên wê yên ku ji Sûriyê û Iraqê derketine, li dewletên Balkan û Mexribê belav bûne û ev yek jî gelek metirsiyan çêdike.

Nunez di hevpeyvîneke li gel rojnameya Le Figaro ya Fransayê de got a ku metirsiyan zêde dike jî ew e ku DAIŞ amade ye çekên kîmyewî û dronan bi kar bîne. Her wiha metirsî hene ku ew li Fransayê werin bikaranîn.

Ruxmî ku Nunez piştrast kir ku ne pêkan e ev çek derbasî Fransayê bibin jî lê di heman demê de got xetereya bikaranîna çekên kîmyewî heye. Mîna ku sala 2018`an li Cologne ya Almanyayê rû daye, dema polîsan tunisiyekî ku hewl dida jehreke biyolojîk çêke, girt.

Li gorî Nunez, Fransa di salên 2012 û 2013`an de zêdetirî hezar û 450 cîhadiyên li Ewropayê û Fransayê ji herêma rojavayî derxistin.  Her wiha da xuyakirin ku ji wan derdora 300 zarokan bi rê û rêbazên cuda vegerîn Fransayê.

Li gorî Nunez ji sala 2017`an ve zêdetirî 33 êriş hatin bêbandorkirin. 500 kesên bi terorê hatine tawanbarkirin, girtî ne û di sala 2021`an de dê 58 kes serbest werin berdan.

Nunez bi bîr xist ku kesên tên berdan jî, demeke kurt li herêmê mane, xwestine derbasî şer bibin an jî alîkariya hinekan kirine û çavdêriya wan dê piştî serbestberdanê jî bidome.

(şx)