​​​​​​​Rûsya, dewleta Tirk û Qeterê li ser dijberiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kir

Wezîrê karên derve ya Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku wî bi hempîşeyê xwe yê tirkî û qeterî re li ser şerê li dijî “Hewldanên cudakariyê li Sûriyê” li hev kiriye. Lavrov bi wê yekê îşaret bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di bin banê Rêveberiya Xweser de herêmên xwe bi rê ve dibin.

​​​​​​​Rûsya, dewleta Tirk û Qeterê li ser dijberiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kir
11 adar, 2021   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya û dewleta Tirk di rêzecivînên Astanayê de gelek caran bi daxuyaniyan gef li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin û ew bi navên dûrî rastiyê wek “cudakarîxwaziyê ji Sûriyê” bi nav kir. Tevî ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her dim banga yekbûna xaka Sûriyê û rêzgirtina ji serweriya wê re dikin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê re tekeziyê bi diyalogê dikin.

Piştî civîna di navbera wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, wezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulruhmen Al Sanî û Mevlut Çavuşoglu de, her sê wezîran civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Lavrov ragihand ku wan li ser “bersivdayîna hewldanên cudakariyê li Sûriyê” li hev kiriye, bi wê yekê îşaret bi Rêveberiya Xweser kir.

Ji van daxuyaniyan re diyar dibe ku niyeta Rûsyayê ya çareserkirina aloziya Sûriyê wekî ku îdia dike, tune ye, berovajî wê dixwaze hikumeta heyî bihêle û projeya demokratîk ku herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê dûrî şerê mezhebî xist, tune bike. Şerê ku ev zêdetirî 10 salin di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê de didome, gelê Sûriyê berdêlê wê dide.

Her sê wezîran her wiha gotin, wan li ser destpêkirina şêwirên nû di navbera welatên xwe de der barê dosyaya Sûriyê de, li hev kiriye û got dê ew şêwir bi taybet ji bo mijarên mirovî be û dê hemwextî rêzecivînên Astanayê pêk were. Civînên Astanayê di esas de ji bo nîqaşkirina berjewendiyên Rûsya-Îran-Tirkiyê tên lidarxistin û berjewendiyên gelê Sûriyê paşguh dikin.

Wezîrên karên derve yên Rûsya, Qeter û Tirkiyê di civîna çapemeniyê de îdia kir ku çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê, çareseriya siyasî ya di çarçoveya hewldanên NY`yê de ye. Hêjayî gotinê ye ku ew heman alî bi rêya piştgirîdayîna aliyên girêdayî xwe li Sûriyê çareseriyê asteng dikin.

(dm)

ANHA