‘Armanca hikumeta Şamê derxistina fitneyê bû’

Saziyên navçeya Şedadê diyar kir ku hikumeta Şamê di bûyerên 12`ê Adarê de hewl da fitneyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de derxe, bi taybet pêkhateyên Kurd û Ereb.

‘Armanca hikumeta Şamê derxistina fitneyê bû’
11 adar, 2021   13:34
HESEKÊ

Îro bi boneya salvegera 17`an a Serhildana 12`ê Adarê ku li Qamişloyê dest pê kiriye, saziyên sivîl ên navçeya Şedadê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê endamê rêveber ê nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Şedadê Fadil El-Hisên ve li pêşiya avahiya meclisa navçeyê hat xwendin. Bi dehan endamên saziyan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin hikumeta Şamê ji bûyerên 12`ê Adara 2004`an armanc dikir ku fitneyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de pêk bîne, nexasim pêkhateyên Kurd û Ereb.

Her wiha hat diyarkirin ku bi belavbûna agahiya şehîdxistina hezkiriyên tîma Cîhadê bi hezaran şênî daketin qadan û sloganên ku banga azadiyê, demokrasiyê û jiyana hevbeş dikin, berz kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî wê xwepêşandan li piraniya bajarên Sûriyê li dar ketin û bang li hikumeta Şamê hat kirin ku bi mafên gelê Kurd îtîraf bike û lêpirsînekê ji bo naskirina sûcdarên komkujiyê û darizandina wan veke, lê hikumeta Şamê bi guleyan bersiva daxwazên xwepêşandêran da.

Di dawiya daxuyaniyê de ev yek hat gotin: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhateyên herêmê di bin sîwana têgeha neteweya demokratîk de li ser bingeha bêcudahî di navbera kurdî û erebî de dijîn. Bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan li herêmên me pêk hat.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re heta pêkanîna serkeftinê, bi dawî bû.

(şx)

ANHA