Mala endamê meclisa gundê Dirinc li Dêrazorê hate hedefgirtin

komek nenas îro mala endamê meclisa gundê Dirinc li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hedef girt, di encamê de gelek ziyanên madî çêbûn.

Mala endamê meclisa gundê Dirinc li Dêrazorê hate hedefgirtin
11 adar, 2021   13:55
DÊRAZOR

Nûçegihanê me diyar kir ku mala endamê meclisê bi RBC hate hedefgirtin. Ziyanên canî çênebûn lê aliyekî malê hate rûxandin.

Nûçegihanê me piştrast kir ku ev ne cara yekem e ku mala endamê meclisa gund Dawûd El-Dibîcan tê hedefgirtin. Beriya demekê careke din hate hedefgirtin.

Li herêmê çalakiyên şaneyên veşartî bi rêyên kuştina sivîlan û rûspiyên eşîran didome.

(dx)

ANHA