Li Şedadê Mihêdî El-Ebûd hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîd Mihêdî El-Ebûd (Dilşêr) li goristana şehîdan a Şedadê oxir kir.

Li Şedadê Mihêdî El-Ebûd hate oxirkirin
Li Şedadê Mihêdî El-Ebûd hate oxirkirin
Li Şedadê Mihêdî El-Ebûd hate oxirkirin
Li Şedadê Mihêdî El-Ebûd hate oxirkirin
Li Şedadê Mihêdî El-Ebûd hate oxirkirin
Li Şedadê Mihêdî El-Ebûd hate oxirkirin
11 adar, 2021   13:31
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şervanê QSD`ê Mihêdî El-Ebûd ku di 5`ê Adarê de li herêma El-Şihêl a Dêrazorê şehîd bû ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi  toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Fermandar Mihemed El-Sincar axivî û tekez kir ku ew ê  heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.

Mihemed El-Sincar îşaret pê kir ku ew heta pêkanîna armancên şehîdan dê şopdarên rêya wan bin, şehîdên ku ji bo azadî û parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirine.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA