Komîteya Perwerdeyê li Hecînê xwendekarên serkeftî xelat kirin

Komîteya Perwerdeyê ya bajarokê Hecînê îro 150 xwendekarên serkeftî yên ji 7 dibistanan, xelat kirin.

Komîteya Perwerdeyê li Hecînê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Komîteya Perwerdeyê li Hecînê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Komîteya Perwerdeyê li Hecînê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Komîteya Perwerdeyê li Hecînê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Komîteya Perwerdeyê li Hecînê xwendekarên serkeftî xelat kirin
11 adar, 2021   13:21
DÊRAZOR

Komîteya Perwerdeyê îro ji bo xelatkirina xwendekarên serkeftî yên seretayî, navîn, amadehî şahiyek li bajarokê Hecînê li dar xist.

Di şahiyê de nûnerên saziyên sivîl ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, meclisên herêmî, malbatên xwendekaran, rûspiyên eşîran û mamosteyên dibistanê amade bûn.

Serokê navenda perwerdeyê ya bajarokê Hecînê Ehmed El-Şiblî tevahî xwendekarên serkeftî pîroz kirin.

Yek ji rûspiyan axivî û spasiya karmendên perwerdeyê û Rêveberiya Xweser kir.

Piştre bawername li xwendekaran hatin belavkirin. Her wiha 150 xwendekarên serkeftî ji 7 dibistanan hatin xelatkirin. Her wiha hin mamosteyên ku alîkariya xwendekaran di demên cuda kirin, hatin xelatkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî rizgarkirina Hecînê ji çeteyên DAIŞ'ê, yekem car şahî ji bo xelatkirina xwendekarên serkeftî, tê lidarxistin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zvFa0U7nxjw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>