DYA soza hesabxwestina ji hikumeta Şamê li ser sûcên wê da

DYA`yê bi biryareke xwe soz da ku dê hesabê ji hikumeta Şamê û piştevanên wê Rûsya û Îranê bixwaze û tekez kir ku dê destekdayîna gelê Sûriyê dewam bike.

DYA soza hesabxwestina ji hikumeta Şamê li ser sûcên wê da
11 adar, 2021   13:10
 NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê amerîkî û endamê Komîteya Têkiliyên Derve Jim Rich, endamê berz ê partiya demokraparêzan û serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez tevî 9 hevkarên wan ên Komîteya Têkiliyan a Senatoyê bi navê her du partiyên senatoyê di salvegera 10`emîn a aloziya Sûriyê de biryarek pêşkêş kirin. Tê de soza hesabxwestin ji Beşar El-Esed û piştevanên wî Rûsya û Îranê û berdewamkirina piştgirîdayîna gelê Sûriyê, hate dayîn.

Di biryarê de her wiha sûcên “rejîma El-Esed li dijî welatiyên Sûriyê” tê şermezarkirin û careke din hate tekezkirin ku DYA`yê pabendî hesabxwestina ji hikumeta Şamê û piştevanên wê ye li ser sûên şer û sûcên dermirovî yên li Sûriyê pêk anîne.

Di biryarê de pesna parêzvanên mafên mirovan ên ji Sûriyê di belgekirin û eşkerekirina “tundiya rejîma El-Esed” de, hate dayîn.

(cx)