PYD: Serhildana Qamişlo destpêkirina projeya Neteweya Demokratîk bû

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hewldana binpêkirina hikumeta Şamê ji nasnameya kurdî re û derxistina tevliheviyê di navbera gelên Sûriyê de şermezar kir û tekez kir ku serhildana 12`ê Adara 2004`an destpêka jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.

PYD: Serhildana Qamişlo destpêkirina projeya Neteweya Demokratîk bû
11 adar, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD`ê bi boneya salvegera 17`emîn a Serhildana Qamişloyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

"17 sal di ser Serhildana 12`ê Adarê re derbas bûn. Hewldanên rejîma Sûriyê ya Baasê û derxistina tevliheviyê di navbera Kurd û Erebên bajarê Qamişloyê de ku armanca wê derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de bû da ku nasnameya kurdî li Rojava û Sûriyê ji tune bike û parçebûnê di navbera gelên Sûriyê de derxe. Di encama wê de bi dehan Kurd şehîd bûn û bi sedan di jêrzemînên saziyên ewlehiyê de hatin girtin.

Di salvegera 17`emîn a Serhildana Qamişloyê de gelê Kurd rabû da ku zilma li ser xwe rake. Çirûska serhildanê rakir da ku desthilatê bi dawî bike û tirsa standina mafên xwe bişikîne. Em bi rêzdarî wan şehîdan û şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr tînin.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD`ê di salvagera vê êşê de şêwazên ku rejîma Sûriyê bi kar tîne û ji zîhniyeta Baasî ya ku bi awayekî tekane dozên nîştimanî çareser dike, şermezar dikin. Bi taybet di vê pêvajoyê de ku Sûriye tê re derbas dibe û ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve rastî parçebûnê tê. Em tekez dikin ku şêwazên polîsî yên binpêkirinê xizmeta çi projeyên çareseriya demokratîk li Sûriyê nakin.

Em tekez dikin ku serhildana 12`ê Adara 2004`an li Bakur û Rohilatê Sûriyê bi serkêşiya gelê Kurd destpêkirina pêkanîna projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû (Ereb, Kurd û Asûr) da ku bersiva hewldanên rejîma Sûriyê û siyaseta wê bide. Em îşaretê pê dikin ku çareseriya li Sûriyê bi diyalogên di navbera hêzên nîştimanî yên Sûriyê ye da ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve bigihêjin projeyên demokratîk ku tecrubeya pêkanîna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kir û tekez kir ku ew proje dikare wek çareseriya baştirîn ji bo şerê li Sûriyê were bikaranîn."

(bx)

ANHA