Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê: Hewl didin ruhê berxwedanê lawaz bikin

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê hedefgirtina şandeyeke wan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, şermezar kir û got “Hedefgirtina wan hêza me têk nebir, berovajî wê hêz û israra me ya berdewamkirina kar zêdetir kir.”

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê: Hewl didin ruhê berxwedanê lawaz bikin
11 adar, 2021   12:15
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Duh, şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Jinan a partiyê serdana nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniya El-Cat kir, da ku Roja Jinan a Cîhanê li wan pîroz bikin.

Di dema serdanê de, artêşa Tirk a dagirker ku li gundê Toxara Biçûk ê bakurê rojhilatê Minbicê bi cih bûye, şandeya Partiya Sûriya Pêşerojê hedef girt.

Têkildarî mijarê, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir ji ANHA`yê re axivî û piştrast kir ku wan di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de serdana şervanên li eniyên şer kir.

Ibtîsam diyar kir ku dema ew li eniyên şer bûn, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ew topbaran kirin û gule li wan reşandin.

Ibtîsam her wiha destnîşan kir ku hebûna jinên sivîl û leşkerî bi hev re li xweşiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nehat, ji lew re bi wê hedefgirtinê xwestin ruhê berxwedanê lawaz bikin.

Ibtîsam wiha axaftina xwe domand: “Me bi serdana xwe xwest moralê bidin şervanên xwe ku bajar û herêmên me diparêzin. Hedefgirtina dagirkeriya Tirk ji me re, hêza me têk nebir, berovajî wê hêz û israra me ya berdewamkirina kar zêdetir kir.”

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir di dawiya axaftina xwe de êrişên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina şandeya wan, şemezar kir.

(cx)

ANHA