Li Idlibê şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de didome

Li Idlibê hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin. Çeteyan jî nuqteyên hêzên hikumetê yên li başûrê Idlibê kirin hedef.

Li Idlibê şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de didome
11 adar, 2021   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê şeva din û vê sibehê deverên li El-Fetîra, Kensefra, derdorê El-Bare, Sifohin, Bênên û Filêfil ên başûrê Idlibê topbaran kirin. Agahiyên li ser windahiyên canî nehatin bidestixstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumetê yên li eniyên şer ên çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHR'ê duh destnîşan kiribû ku çeteyan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li derdora bajarê Merat El-Numan ê başûrê Idlibê, bi çekên giran û moşekan hedef girtin.

Hêzên hikumetê yên li Sehl El-Xab bi cih dibin jî, gund û bajarokên Kefer Iwêd, Sifohin ên li çiyayê Zawiyê û El-Enkawî yê rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

(dm)