KCDK-E: Roj roja xwedîderketina li Şengalê ye

KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê li dijî gefên hikumeta navendî ya Iraqê yên li ser Asayîşa Êzîdxanê banga xwedîderketina li Şengalê bang kir û got "Roj roja xwedîderketina li Şengalê ye."

KCDK-E: Roj roja xwedîderketina li Şengalê ye
11 adar, 2021   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ê bi mêjiyê DAIŞ'ê, bi êriş û polîtîkayên qirêjî yên li dijî sazî û hêzên parastinê yên Şengalê dixwaze komkujiyeke nû li Şengalê bike û saziyên civaka êzidî bi fedakariyeke mezin afirandine, tune bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dîktator Erdogan vê yekê nikare yekser pêk bîne, lewma dixwaze bi destê hikumeta Iraqê û PDK'ê pêk bîne. Lihevkirina navbera Bexda û Hewlêr (PDK) a 9'ê Cotmeha 2020'î projeya dagirkirina bi temamî ya Şengalê (Êzidxan) û qetilkirina Êzidiyan e.

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar piştî serdana li Iraq û Hewlêrê bi daxuyaniyekê got ew bi hikumeta Iraqê re li ser êrişa li dijî Şengalê axiviye. Heman piştî vê daxuyaniyê, hikumeta navendî ya Iraqê 10'ê Adarê bi gotina 'heta 24 saetan çekên xwe radest bikin û bajêr biterikînin' hişyarî da Hêzên Asayîşê yên Şengalê, ku ev yek banga ji bo fermaneke nû bû. Neteweyên Yekbûyî, Iraq, PDK ên ku Şengal di nava komkujiya DAIŞ'ê de hiştin dxiwazin ku Şengalê ji destê parêzvanên Şengalê derxînin û ji nû ve radestî şebekeya xiyanetê û teslîmiyetê bikin."

KCDK-E'yê daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya 10'ê Adarê bi bîr xist wiha da zanîn: "Bila cîhan tev zanibe ku em ê bêedaletiyê tu carî qebûl nekin. Em ê dest ji daxwazên xwe, dest ji xaka xwe bernedin. Li dijî vê siyaseta kujer, qirêjî û nexêr, bi ruhê seferberiyê em li her devera ku lê ne, rabin ser pêyan, biherikin qadan. Bi çalakiyên xwe yên li her cihî em li ber komkujiyên nû rabin ku li ser Şengalê û civaka êzidî tên ferzkirin.

Roj roja xwedîderketina li Şengalê ye."