Li DYA’yê êriş; kuştî û birîndar hene

Dezgehên çapemeniyê yên DYA’yê ragihand ku li Houstonê 3 kes bi guleyan hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Li DYA’yê êriş; kuştî û birîndar hene
11 adar, 2021   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya New York Times a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) polîsên Houstonê diyar kir ku li rawestgeheke erebeyan 3 kes bi guleyan hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Efserê polîsên Houstonê Richard Junky got kesê ku ev bûyer pêk aniyê, nehatiye zanîn.

Di hefteyên dawîn de li Houstonê gelek bûyerên gulebaranê pêk hatin. Dezgehên çapemeniya herêmî ragihand ku 2 kes şeva sêşemê di encama gulebaranê de hatin kuştin, her wiha di Sibatê de di şevekê de 3 caran gulebaran pêk hat.

(dx)