​​​​​​​Nûnerên êzidiyan û rayedarên Iraqê li hev civiyan

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya gelê Şengalê, rêveberên MXDŞ, PADÊ û TAJÊ li gel rûspiyên êzidiyan bi rayedarên hikumeta Iraqê re civiyan û daxwazên gel gihandin wan. Hevdîtin dewam dike.

​​​​​​​Nûnerên êzidiyan û rayedarên Iraqê li hev civiyan
11 adar, 2021   11:08
ŞENGAL

Piştî gelê Şengalê astengiya hêzên Iraqê rakir û xwe gihand girseya nava Şengalê, bi hezaran kes li dijî hewldanên pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê ya li ser daxwaza dewleta Tirk dest bi meşê kir. Di meşê de rûspî, rêveberên Tevgera Jinan, Meclisa Xweser, PADÊ û pêkhateyên din ên Şengalê cih girt.

Paşê li nêzî benda kontrolê ya hêzên hikumeta Iraqê cîgirê hevserokên MXDŞ’ê Heso Birahîm axivî û diyar kir ku dê careke din destûrê nedin ku Şengal bibe qurbaniya hesabên siyasî û got: “Em fermanên di bin navê qanûnan de li ser xwe qebûl nakin. Eger dewleta Iraqê û cîhan bixwazin qanûnan pêk bînin, divê tenê li ser gelê êzidî pêk bînin.”

Heso Îbrahîm wiha pê de çû: “Êdî em xwedî hêz in, xwedî sazî û meclis in, xwedî parastin in. Nûnerên hemû gelên Şengalê û saziyan li vir in. Tenê alîgirên partiyekê ne hatine vir. Ev niha ji bo Asayîşa Êzîdanê li vir in. Eger sala 2014’an asayîşa Êzîdxanê hebûya, ew ferman dê pêk nehata, dayik û xwişkên me nedibûn qurbanî.”

Îbrahîm di dawiya axaftina xwede daxwaza sereke ya gelê êzidî ragihand û got: “Em li dijî qanûnên Iraqê nîn in, li gorî qanûnên dewleta Iraqê em jî daxwaza mafê xwe dikin. Mafê me ye, li gorî qanûnan Şengal bibe herêmeke nenavendî, yanî Şengal xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Li gorî destûra Iraqê ye. Her wiha ji ber gelê me û jinên êzidî di qirkirinê re derbas bûne, ev jî mafê xweseriyê dide me.”

Piştî daxuyaniyê nûnerên MXDŞ, TAJÊ, PADÊ, li gel rûspî û bawermendên êzidî şandeyek hevpar li gel rayedarên Iraqê civiya. Civîn heya niha berdewam dike. Girse jî li Asayîşa Êzidxanê kom bûye û li benda encamê ye.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/B0ugLRtDnX4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>