​​​​​​​Şengalî astengî hilweşandin: Dest bi meşa girseyî kirin

Tevî astengiya hêzên Iraqê jî bi hezaran welatiyên Şengalê li navenda bajêr kom bûn û dest bi meşê kir. Di encama berxwedana gel û jinan de konvoya gel gihîşt Şengalê.

​​​​​​​Şengalî astengî hilweşandin: Dest bi meşa girseyî kirin
11 adar, 2021   09:52
ŞENGAL

Welatiyên êzidî ku rastî astengiya hêzên artêşa Iraqê hatibûn, di encama berxwedan û israra xwe de karîn xwe bigihînin navenda bajarê Şengalê.

Piştî girse gihîşt hev, meşa girseyî ya bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir. Li gorî agahiyên ku Rojnewsê dane, bi hezaran kes bi pêşengiya rûspî, siyasetmedar û rêveberên Şengalê dest bi meşê kir.

Jin û gelê Şengalê li dijî peymana Bexda-Hewlêrê dimeşin û alên Asayîşa Êzidxanê rakirine.