Li Eyn Îsayê jî erebeyeke hêzên Rûsyayê li erebeyeke sivîl xist

Piştî Dirbêsiyê, wesayîteyek zirxî ya Rûsyayê li erebeyeke sivîlekî li nêzî Eyn Îsayê xist.

Li Eyn Îsayê jî erebeyeke hêzên Rûsyayê li erebeyeke sivîl xist
11 adar, 2021   10:23
EYN ÎSA

Îro seat di 8'ê sibehê de wesayîteyek zirxî ya Rûsyayê li ser rêya Eyn Îsa-Reqayê li erebeyek sivîl ji cureya "Nîssan" xist. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Xwediyê erebeyê Feysel Xelef Mihemed ji gundê El-Reweciyê yê Eyn Îsayê ye û piştrast kir ku wesayîteya leşkerî ya ku ala Rûsyayê hildabû, ji nişka ve berê xwe da erebeya wî û lê xist.

Di 9'ê Adarê de wesayîteyeke zirxî ya Rûsyayê li navçeya Dirbêsiyê li erebeyeke sivîlan ku 3 sivîl tê de hebûn, xistibû û bêyî ku raweste rêya xwe domandibû.

(dm)

ANHA